Polîtîk

Wezîrê Derveyê Tirkiyê: Serxwebûn mafê Kurdane

Yaşar Yakiş Wezîrê berê yê Derveyê Tirkiyê ya ji partiya AKP li hevpeyvîneke taybet de dibêje dewletbûn mafê Kurdane, divê em jî qebul bikin û her wiha dibêje: Pêwîste pêwendiyên me li gel Kurdên Suriye gelek baş be.

Yaşar Yakiş ku yek ji damezrînerê Partiya Dad û Geşepêdan AKP û Wezîrê berê yê Derveyê Tirkiyê bû li hevpeyvîneke taybet de pêvajoya herêmê nirxand. Yakiş, “Eger pêvajoya Kurd serkeftî bibe, ew serkeftin li Suriyê jî dê encamên baş li gel xwe bîne”.

Li ser pirseke ku gelo ev qonaxa li Suriye pêkhatî surprîz bû an dihate çaverêkirin? Yaşar Yakiş dibêje: Nexêr ne surpriz bû. Kurd di cîhanê neteweyê herî mezinê bê dewlet têne binavkirin, tê gotin ku hejmara wan digihe 40 milyonan û li ser 4 dewletan belavbûne. Min berê jî dizanibû ku Kurd her dê ji bo Kurdistaneke serbixwe rêya xwe bidomînin. Pengava yekem Iraqê avêt û ji ber rewşa têkilheva Iraqê li wir herêmekî otonom pêkhat. Paşê xwedê alîkariya wan kir û li Suriyê rewşeke bi vî awayî pêkhat. Şansa Kurdên Suriyê ewe ku ev aloziya li wir pêkhat û ya dûyem jî Tirkiyê li gel Esad pêwendiya xwe qûtkir. Eger wiha nebûya zehmet bû rewşa Suriye bigiha vê astê.

Her wiha Yakiş dibêje sala 2000 an de min ji bo Gul pêşniyarkir ku li gel Herêma Kurdan pêwendiyeke dostane pêkbînîn, îro hema bibêje Emerîkî li dijî wan pêwendiyên me yên baş radiwestin. Niha ez ji bo Suriyê jî heman tiştî dibêjim: Li Suriyê çi rû bide Suriyeyî divê wê biryara xwe bidin. Divê em li gel Kurdên li wir pêwendiyeke baş pêkbînin.

Li ser pirsa gelo li paşarojê de Kurd dê li Herêmê dewleteke serbixwe damezrînin an konfederasyonek ava bikin? Helbet xewna neteweyeke wiha mezin ya serxwebûnê heye. Ev xewn jî meşruye û divê em vê yekê qebul bikin. Lê ev çawa pêktê, xwedê dizane, li gor şert û mercan diyar dibe. Ji xwe li Iraqê herêmeke otonom heye.Li Suriyê jî ne raste ku paşve gav bavêjin. Kurdistana serbixwe kengê çêdibe, eve hêdî hêdî pêvajo berev wî alî ve diçe.

Berdewamiya axaftina xwe de dibêje: Dema ez li parlementoyê Serokê Lîjneya Yekîtiya Ewrupa bûm, ji Iraqê şandekî hatibû û digotin li Iraqê gotinek heye dibêjin Şîî bi zincîran li xwe dixin, Kurd xeyalan de dijîn, Sunnî birêvedibin. Belê raste Kurd xewn û xeyalan dijîn lê belê ew li pey xeyalên ku pêknayên naçin.

Back to top button