Polîtîk

Wezîrê derve yê Sûriyê li Bexdayê ye

Bi serdanekî ji nişka û bêyî agahdariyekî, îro danê sibehê şandeke hikûmeta Sûriyê bi serokatiya wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Mûelîm gihişt Iraqê. Biryare ew şand ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bicive.

Endamê lijneya peywendiyên derve yê parlamentoya Iraqê Hesen Xizir Ebas ji Rûdawê re ragihand: “Serdana wezîrê derve yê Sûriyê bo Iraqê ji bo şêwirî û guftûgokirina ligel hikûmeta Iraqê ya ji bo lidarxistina kongreya navneteweyî ya biryare li ser Sûriyê bê sazkirin e.”

Kongreya navneteweyî ya taybet li ser guftûgokirina rewşa niha ya Sûriyê, bi tevlîbûna civata asayîşê, Amerîka, Rûsya, gelek welat û aliyên din ligel opozisyona Sûriyê tê lidarxistin.

Berî niha jî hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû ti welatek destlêwerdanê di karûbarên navxwe yên Sûriye de neke û divê gelên Sûriyê bi xwe çarenivîsa welatê xwe diyar bikin.

 

Semîh Zûbêr

Back to top button