Cîhan

Wezîrê Berevaniya Îtalya rola Herêma Kurdistanê bilind nirxand

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di dawî hevdîtinên xwe da li Îtalyayê, êvariya roja pênçşemê 13.04.2023ê li Roma, digel Guido Crostto Wezîrê Berevaniya Îtalya civiya û spasiya alîkarî û piştevaniya serbazî ya Îtalya bo Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê da kir û xwesteka Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina hevkariyên hevbeş digel Îtalyayê di warên ewlehiyê û leşkerî da nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniya Îtalyayê rola Herêma Kurdistanê di baştirkirina aramiya ewlehiya Iraq û navçeyê û şerê li dijî terorîstan da bilind nirxand û ji bo hevkarî û hemahengiya digel hêzên Îtalya yên li Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê jî kir.

Her du alî xwesteka xwe ya ji bo berdewambûna hevkariyên ewlekarî û şerê dijî terorîstan diyar kir û hevdeng bûn ku rewşa aborî û aramiya emnî bi hev re girêdayî ne, lewma bihêzkirina aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê girînge. Herwesa, li ser pêşhatên dawî yên herêmî nêrînên xwe jî anîn ziman.

Back to top button