Polîtîk

Wezîrê bazirganiyê beşdarî pêşangeha Xazî Entabê dibe

Sînan Çelebî wezîrê bazirganiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke bazirganî duhî bi armanca beşdarîkirin di pêşangeha navdewletî ya Xazî Entabê de, bi serdaneke fermî gihişte Tirkiyeyê.

þDi çarçoveyê serdana xwe de, Sînan Çelebî serdana devara bazirganiya azad ya bajarê Xazî Entabê kir û ji aliyê berpirsên devara bazirganiya azad ve hati pêşwazî kirin. Di dîdarekê de bi alî û berpirsên deverê re wezîrê bazirganiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa rewşa bazirganiyê li herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser berfirehkirina têkeliyên bazirganî di navbera Kurdistan û Tikiyeyê de kir.
þ
Her di berdewamiya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê, Çelebî ji aliyê Silêman Qamçî waliyê Xazî Entabê ve hat pêşwazî kirin û her du aliyan di dîdarekê de tekîd li ser xurtkirin û kûrkirina têkeliyên bazirganî di nevbera Tirkiyeyê û herêma kurdistanê kir. Waliyê Emtabê di axavtina xwe de behsa peywendiyên di navbera bazirganên bajarê Entabê û bazirganên herêma Kurdistanê kir û got ku piraniya têkeliyên bazirganiyên herêma Kurdistanê bi bajarê Entabê re ne.

Herwesa wezîrê bazirganî serdana odeya bazirganî û pîşesaziya bajarê Entabê kir û ji aliyê serok û berpirsên Odeyê ve hat pêşwazî kirin.
Back to top button