PolîtîkRojev

Wezereta samanên sirûştî bi tundî bersiva SOMO da

Çavkaniyên Xwezayî: Nameya SOMO ji bilî agahdariya çêkirî ne tiştek e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva nameya Şîrketa Bazirganiya Petrola Iraqê (SOMO) da.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di bersiva xwe de nameya ku di meha Mijdarê de hatiye dayîn bi tundî şermezar kir

Di 23ê Tebaxa 2022an de, SOMO ragihand ku ew dê li hember kiryar û bazirganên nefta xav li Herêma Kurdistanê tedbîrên yasayî bigirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di daxuyaniyekê de got: “Nameya Somo ne tiştekî din e ji bilî dilopek din a zanyariyên çêkirî û şaş û beşek ji şerekî siyasî ye”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şerê SOMOyê hewlek e ji bo têkbirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û çêkirina astengiyan li pêşiya  pêwendiyan.”

Nameya SOMO dirêjkirina heman siyaseta ku Dadgeha Federal li dijî Herêma Kurdistanê pejirandibû ye.

Di nameyê de Dadgeha Federal rexne kir û hat gotin ku Dadgeha Bilind a Federal nîne û biryara wê ne mecbûrî ye. Ji ber ku Dadgeha Bilind a Federal hîn li gorî Destûra Bingehîn a Federal nehatiye avakirin. Lewma biryarên wê li Iraq û deverên din tu giraniyeke qanûnî tuneye.

Back to top button