Nivîsar

Wezareta rawenda kurd nedestêwerdane di karên Tirkiyeyê de

 

Di hikûmeta nû a herêma Kurdistanê de ku dê Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê serokatiya hikûmetê bike, wezaretek nû bi nave wezareta karûbarên revenda kurd bê avakirin.

Rojnamevan û parlamenterê Ak Partiyê Mehemed Metiner di nivîseke xwe de ku di malpera Internet Ajans de hatiye weşandin dinivîse kul i herêma Kurdistanê wezaretek nû bi navê wezareta karûbarên kurdên Ewropa û parçeyên din yên Kurdistanê bê  avakirin û:

Pêwîste Tirkiye jiber pêkanîn awê wezaretê dilgiran nebe. Çewa ku em ji bona çareserkirina pirsa tikên Çîn, Qefqaz û Almaniya dixebitin û nabe destêwerdana, karûbarên navxweyî yên wan welatan, avakirina wê wezaretê û helwestê Barzanî jî nabe destêwerdan di karûbarên navxwe yên 

Tirkiyeyê de.

Navborî dinivîse ku nuha jî li Tirkiyeyê fermangehek heye û têkeliyê digel wan civakan dike yên ku xizmatê digel Tirkiyeyê heye. Barzanî jî dixwaze wezareteke wusa pêkbîne:

Gelek sale ku Barzanî peywendî digel kurdên li Sûryeyê, Tirkiyeyê û Îranê hene. Karekî gelek normal e ku eger ji nuha û pêde ew peywendî di sewyeya hikûmetê de bin.

Ez gelek caran bi Masûd Barzanî re civyame û Nêçîrvan Barzanî jî ji nêxîk ve nas dikim. Ez dikarim wê bêjim ku bi tu awayî Barzanî wê daxwazaê nake ku Tirkiye parçe bibe. Barzanî siyaseteke “Pan kurdîzim” nine. Nuha pirsgirêkên cidî di navbera Barzanî û hikûmeta Malikî de hene, Malikî dixwaze vegere serdema siyaseta Sedam Hisên, ev yek Masûd Barzanî û desthilata kurdî narehet dike.

Rojnamevanê navborî dinivîse ku Barzanî yekparçeyîya Îraqê diparêze û dixwaze di çarçoveyê îraqeke yekgirtî de hikûmeteke federal hebe.

 

 

 

Back to top button