Nivîsar

Wesifdana Ocalan û karê Turk

Parlementerê Mêrdinê û berendamê bajarvaniya Mêrdînê Ahmet Turkli bajarokê Misirbînê ji bo propagandaya hilbijartina axavtinek kir. Turk di axvtina xwe de behsa rewşa siyasî û herweha bi berçavkên PKKê behsa rewşa herêmê kir.

Axavtina Turk jî wek axavtina her berendamekî yê BDPê kifşe ku divê çi bêje. Di van hilbijartinan de hinek kesên berendamên bajarvaniya serûbinê axavtina xwe de behsa Ocalan dikin.Yan jî mecburin bikin.  Wek Ahmet Turk û wek Sirri Sakik.

Ahmet Turk di axavtina xwe de dibêje “heta Ocalan azad nebê Kurdistan azad nabe“.

Niha pirs li vê derê ewe ku Ahmet Turk bi xwe jî baweriyê li gotinên xwe tuneye. Lê dibêje, berjewendiyên wî welê dixwaze dibêje. Niha herkesê siyaseta PKKê dizanê baş dizanê ku Ocalan kesayet kesekî re nehiştiye. Bê guman Turk û Sakik jî nesîbê xwe ji vê standine hetta ji aliyê Ocalan ve bi tiştrên xirab bi ne zelamiyê hatine itham kirin.

Lê dixweyê ne xema waye. siyaset eve bila. Yan jî siyaseta PKKê eve herkes mecbure li gora gotina Ocalan siyasetê bike. Lê ew zihniyeta ku bigihê wê radeyê ku azadbûna Kurdistanê ya Ocalan ve girêbide, gelo çikas xetere.

Mirov meraq dike li gora Turk azadiya Kurdistanê çîye? Miheqek mirov vê pirsê ji Turk bike dê bêje dema Ocalan azad bibe Kurdistan jî azad dibe.

Mimkine ku azadiya mejiyî û keseyeta yên wek Sakik û Turk bi azadiya Ocalan ve girêdayîbe.

Lê azadiya gelên Kurdistanê û azadiya Kurdistanê serxwebûna Kurdistanê ve yan jî destxistina mafên rewa yê gelên Kurdistanê ve girêdayîye.

 

D.Jelî/Rojevakurd

Back to top button