Polîtîk

Wergêreka Amerika li Hewlêr sîxûrê hizbullahê bûye

Wergêreka artêşa Amerîka bi tometa sîxurîkirina ji bo Hîzbullah ji aliyê hêzekî taybetiya Amerîka ve li Hewlêrê hate destgîrkirin. Wergêr xanimeke li binkeya serbaziya hêzên Amerîka li Hewlêrê karkiriye.

Wezareta Dad ya Amerîka nûçeyê piştrastkir û ragihand yek ji wergêrên hêzên Amerîka bi tometa sîxurîkirina ji bo hîzbullahê Lubnanî hatiye destgîrkirin û niha li bin lêkolînê daye.

Navê wergêrê Meryem Tomsine û temena wê 61 sale bi reçelek Lubnaniye û xwediyê welatînameya Amerîkî bûye. Li 27 ê meha şubatê hatiye destgîrkirin.

Back to top button