Civak

Weqfa Barzanî bo kê hinartin û dane kê?

Piştî erdheja bajarê Wanê, Dezdehê xêrxawziya(Weqfa) Berzaniyê Mezin gelek xaniyên prefabrik bi 113 TIRan ji Başûrê Kurdistanê bo xelkê Wanê hinartibûn. Ew xanî li rex Keleha Wanê wek bajarekî hatine birêzkirin û her tiştê nûjen di wan de heye. Lê mixabin di şûna Kurdan de, niha walîtiya Wanê, mamosteyên ku zarûkên Kurdan fêrî TURKUM DOGRUYUMê dikin tê de bi cih kiriye, hem jî tam 384 mamoste.

Lê tiştê balkêş ev e ku resmê Berzaniyê Mezin li ser dîwarê wan xaniyan heye û li ser lewheya ku li keviya bajarokî çikandine jî, navê Berzanî bi tîpên gir nivîsîne.

Di nava Kurdan de hin meselok hene, dibêjin: Ne karê aqilan e, lê rast e. Eger niha Berzaniyê Mezin ji gora xwe rabûna û dîtibûna ku di binê navê wî de zarûkên Kurdan diheşîfînin, dê çi gotibûna? Xwedê dizane, belkî wî jî ew mamoste fêrî zimanê kurdî kiribûna. De ka em li encamê binerî…

Rojevakurd/Wan

 

Du dîmen ji gundê Barzanî:

 

Back to top button