Civak

Welatiyek bi Korona li Qamişlo canê xwe ji destda

Desteya Tendirustiya Birêveberiya Xweser ragihand, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî piştrastkir ku roja 02.04.2020 niştmaniyek li nexweşxaneya Qamişlo bi Korona canê xwe ji destdaye.

Desteya Tendirustiya Birêveberiya Xweser rexne li Hikumeta Sûriye digrê ku hevkariya wan ji bo rêgirtina li belavbûna Korona nake û dibêjin, Hikumeta Sûriye li Balafirxaneya Qamişlo ve dûrî pişkinînên tendirustîyên me xelk têne nav sînorê.

Emer Yaqub Birêveberê Giştî yê Desteya Nexweşxaneya Qamişlo ku ser bi Hikumeta Sûriyê ye, li daxuyaniyeke taybet da ret kir ku hîç kesek li nexweşxaneyê ji ber tûşbûna Korona canêx we ji destdabê.

Li bersîva beyannameya Desteya Tendirustiyê ya Birêveberiya Xweser, Birêveberê Giştî yê Desteya Nexweşxaneya Qamişlo got: “Em mînakên çendîn gumanlêkiriyên Korona dişînin taqîgeha navendî ya Şamê, lê belê heta niha nehatine agahdar kirin li hebûna hîç tûşbûnek”.

Back to top button