Polîtîk

Welat: Ji girtina Ocalan PKK berpirsyar e!

12 salan piştî veqetîna ji PKK’ê, endamê berê yê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mahir Welat cara yekem bi çapemeniyê re axivî û bersiva pirsên Rûdawê dan.

Li ser pirsa gelo rêxistinê dikarîbû çi bike ji bo ku Ocalan neyê girtin, Mahir Welat dibeje ku di bûyera girtina Ocalan de, destpêkê Ocalan bi xwe, û ew bi xwe jî di nav de, hemû Komîteya Navendî berpirsyar e. Mahir Welat dibeje ku di têkoşîna PKK’ê de xebata herî qels dîplomasî û alîkariya navnetewî ye û amadekariyên PKK’ê yên wiha tune bûn.    

Mahir Welat (Numan Uçar) yek ji kadroyên kevin e ku di salên damezirandina PKK’ê de cîh girtiye. Di nava salên 1970’an de Abdullah Ocalan gelek caran çûye mala Mahir Welat û li wir maye. Mahir Welat li gelek deveran di bin baskê PKK’ê de xebatên cûrbicûr meşandiye û bi salan Endamê Komîteya Navendî a PKK’ê bû.

Di nava rêxistinê de bi navê “Mahirê kal”dihat nasîn. Piştî demên dirêj ku li Sûriyê û Îranê xebatên siyasî meşandin, di sala 1994’ê de wek berpirsiyar çû Yekitiya Dewletên Serbixwe, ango Sovyeta Berê. Di 9’ê Cotmeha 1998’ê de, piştî ku Ocalan çû Rûsyayê, qedera Mahir Welat jî kete pêvajoyeke nû.

Piştî dîlgirtina Ocalan, rêveberiya PKK’ê ew kişand Qendîlê û li wir derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. Welat di dema lêpirsînê de ji çiya reviya û dîsa çû Rûsyayê. PKK’ê bi salan ew bi beşdariya komploya li dijî Ocalan tawanbar kir.

 

(Rûdaw)

Back to top button