Polîtîk

Wekî Başûr li Bakûrê Kurdistanê Herêmek dixwazin

Muhammed Akar Cigirê Rêkxerê Însiyatîfa Îslamiya Kurdistanê, nêrînên xwe anî ziman got: Em ji bo Bakûrê Kurdistanê statuyek dixwazin.

Muhammed Akar Cigirê Rêkxerê Însiyatîfa Îslamiya Kurdistanê di derbarê “Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakûrê Kurdistanê” nêrînên xwe anî ziman got: Ev Konferans, Konferanseke dîrokiye, li vir ji her bîr û baweriyek Kurd kombûn. Ji bo statuyeke Kurdistanê em li gel nûnerên Asurî, Suryanî, Ermenî, Mesihî, Cihûyan civiyan. Ya herî girîng eveye. Li Başûrê Kurdistanê statuyeke Kurdan heye, Federalî heye, Herêmek heye Hikûmet heye. Daxwaza me jî ji Tirkiyê eweye, li Bakûrê Kurdistanê jî Hikûmetek û Herêmek pêkbê, parlementoyek pêkbê û bi vî awayî jî pirsa Kurd bête çareserkirin. Her wiha em dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê.

Back to top button