Nivîsar

Wegera Pêşmegeyên Roj dibe miladek ji bo destkeftiyên Kurdistanê

Eve demek dirêje ku behsa vegera Pêşmergeyên Roj ya Kurdistana Rojava tê kirin.  Heta niha 3 cara navbera PYDê û ENKSê de peyman çêbûne  lê tucara di paratikê de cih rêve neçûye û nebûye rastiyek. Tê zanin ku di çavderiya Kurdistana Başûr û serok Barzani de peymana 1ê ya Hewlêr, paymana duyem ya Hewlêr û peymana Dihokê di navbera ENKSê û PYDê de hatine imzekirin. Lê piştî civîna  di cih de têk çûne û pratikê de tu gav nehatine avêtin.

Tê zanin  Pêşmergeyên Roj hêzeka pêşmergeye ku ji Kurdên Rojava pêktê û li Başûrê Kurdistanê hatiye damezirandin. Hezeka gelek çalake û di şerê li dijê DAÎŞê de qehremaniyên mezin kirine. Dema 16ê Octoberê de jî, ji bo xaka Kurdistanê biparêzin li himber Artêşa Iraqê û Milisên Şîe berxwedanek dîrokî kirin û di şerê Sihêla de bûn remza qehremaniye.  Pêşmegeyên Roj di şerê parastina xaka Kurdistana Azad de gelek şehid dane.

Ev hêz her demî hewl daye ku vegerê Rojavayê Kurdistanê da ku xaka Kurdistana Rojava biparêze. Lê mixabin helwesta xirab ya PKK/PYDê nehiştiye ev yek pêkwerê. Ji bo şerek di nava kurdan bi xwe de çênebe Peşmergeyên Roj hewldan di encama li hevhatinekî de vegerin.

Lê Tu cara PYDê ev yek berçav negirt û heta wek vê gavê Pêşmergeyên Roj neçûn Rojava.

Piştî Amerika kete di nava meseleyê de rewş hate guhertin. Niha di çavderiya Amerikayê de hêzek ji pêşmergeyên Roj derbasê Rojavayê Kurdistanê bûn. Li gel YPGê hevdêtina dikin û li gora encama van hevdîtina dê rewş zelal bibe.

Tê zanin ku Amerika hewldide PYD wek rêxistinek girêdayê PKKê nemine. Beşek ji PYDê jî naxwazin hêdî girêdayê siyaseta PKKê li Rojava siyasetê bikin. Bê guman eger PYD bi serê xwe be û li gora mercên welatê xwe siyasetê bike û ne girêdayê siyaseta PKKê ya xelet be, dê gelek guhertinên girîng çêbibin.

Lê mixabin heta wek îro PYD negihatiye wê astê ku ji derê fermana Qendilê biryarekî bidin. Eger PYD vê carê jî Peşmergeyên Roj li gora çeçova Amerikê datînin qebûl nekin , dê gelek guhertinên bê îrada PYDê çêbibin. Yek jê tehdîta Tirkiye li himber hinek herêmên Kurdistanê zêdetir dibe. PYD cardin dewşa hevkariya Amerika û Pêşmergeyên Roj hana xwe digihîne rejima Suriye.

Pêşmergeyên roj wek YPGê naçin li herêmên ereba şerê DAÎŞê nakin. Ew dê li Kurdistana Rojava cih bibin û parastina xaka Kurdistanê bikin. Sedemê derbasbûna wan jî eve. Ji aliyek din eger PYD li gora mercên xwe yên taybet tevbigere û ji PKKê veqete, dê hevkariyel berfireh di navbera hemû hêz û aliyên Kurdistana Rojava de pêkwerê û behtir bikaribin mafê miletê Kurd biparêzin.

Vegera Pêşmergeyên Roj dê gelek tişta biguherê û dê berjewendiya destxistina mafên rewa yê gelê Kurdistanê li Rojava be.

Nûçe/Analîz

Back to top button