Civak

Wefadariya serok Barzani

Wefadarî di jiyana mirovatiyê de xalek gelek girînge ku, piraniya cara insan vê yekê ji bîr dikin. Di vê derbarê de taybetmendiyek gelek girîng ya serok Barzanî heye ku gelek kesayetek wefadar e û girîngiyê dide xelkekî ku di kurdeyatiyê de xebat kirî .Hinek insan hene ku demekî xebatek baş kiriye lê piştre dev ji her tiştekî berdaye. Serok di jiyna insanekî de qonaxên erênî dibîne û guh dide vê yekê. Mimkine ev hinek caran bibe sedemê rexneyekî jî. Lê Kesayetên berpirsiyariya miletekî bide ser mile xwe, dive wefadar be û dive her tim xalên baş wek pîvan bigre.Li gora nûçeyeka Bass Newsê, Serok Barzanî li Soran serdana Izet Silêman Beg kir. Izet Silêman Beg kesayeteke ku şoreşa Îlona pîroz de pêşmerge bû û herweha pêşmergetiya xwe şoreşa Gulanê de jî berdewam kiriye. Heta niha jî li devera Soran kesayetek xwedî bandora û her demî li ser rêbaza Barzaniyê nemir kar û xebat kiriye.Di derbarê vê serdana Taybet de qeymeqamê Soran dibêje: Roja 5.8.2018 Serok Barzanî serdana mala heval û pêşmergeyê dêrîn Izet Silêman Beg li Soran kir.

Back to top button