Civak

Wê Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin!

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî seredana xuleke rahenan û perwerdeyê ya Pêşmergeyên Roj kir û di seredanê de semînerek peşkeş kir. Weysî aşkere kir ku wê Pêşmergeyên Roj di demeke nêzîk da vegerin Rojavayê Kurdistanê û berevaniyê di ber milletê kurd da bikin.

Geşedanên nû li Rojavayê Kurdistanê rû didin. Hat zanîn ku Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) Ebdilrehman Apo wê ligel Serok Mesûd Barzanî bicive û rewşa dawî ya Rojavayê Kirdistanê û Efrînê ligel Serok Barzanî gotûbêj bike.

Ligor televîzyona ARKê belav kiriye Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî beşdarî semînereka Pêşmergeyên Roj bû û di semînerê da aşkere kir ku siyaseta Serok Mesûd Barzanî aşkere ye û ron e. Wê derfet çêbibe Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê û berevaniyê di ber xaka Rojavayê Kurdistanê de bikin.

Fermandarya Pêşmergeyên Roj bi fermana Serok Mesûd Barzanî di sala 2011ê de hate avakirin. Ligor zanyariyan 9 hezar Pêşmergeyên Roj li Başûrê Kurdistanê hatine perwerdekirin û roleka serekî di şerê dijî DAIŞê de lîstîne.

Siyasetmedarê ji Rojavayê Kurdistanê û Endamê Encûmena Niştimnaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Fûad Elîko derbarê çûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê aşkere kir ku wê hin rûdanên nû pêk werin. Lê ew aniha mûsaîd nabînin hertiştî ji medyayê ra aşkere bikin.

 

Back to top button