Cîhan

Volkswagen projeya vekirina kargeha li tirkiye betal kir

Kompanya Volkswagen bi plankiribû ku kargehek li tirkiye veke û 4 hezar têda kar bikin, lê belê bi hêceta Koronayê çêkirina kargeha xwe ya li tirkiye betalkir.

Volkswagen biryar bû li nêzîkî bajarê Manisa kargeheke mezin ya otombilan veke ku eve jî bi veberhênaneke yek milyar Euro dihate pêşbînî kirin. Her wiha projeyê de biryarbû salê 300 hezar otombîlan berhembîne.

Her wiha ev proje di dema êrîşên tirkiyê ya li ser Serêkaniyê de rastî rexneyên tûnd hatibû û wê demê avakirina kargehê hatibû paşxistin.

Back to top button