Polîtîk

Vê carê jî şaîreka Kurd bin destê Îtla'ata Îrane

Li gor nûçeyeke malpera Navenda Nûçe û Şiroveyên Roj hate zanîn ku şa’îreka Merîwanî bi tenê bi sedema wê yekê ku li gel Kurdekî nîştecihê Ewrûpa biryara jiyana hevsergiriyê daye, ketiye jêr zext û destên Îtla’ata Merîwanê.

Li gor wan zanyariyên ku NNSROJ de hatiye balevkirin Şino Rehîmî şa’îr û mamostayê qonaxa seretayiya yek ji dibistanên Merîwanê ye, li van çend mehên derbasbûyî de li jêr zexta berdewamiya Îtla’ata Merîwanê de bûye.

Şino Rehîmî ji bilî wê yekê ku çend caran wê vexwendine Îtla’ata bajêr, êrîşa qedexekirina çûna derveya li Îran û sûdwergirtina ji Înternetê jî jê hatiye kirin.

Wekî tê zanîn berê jî di derbarê zextên Îtla’at û Navenda Emniyên Komara Îslamiya Îranê li ser malbatên çalakvanên siyasî û rojnamevanên Kurdê nîştecihê derveyê welatin ji bajarên Pîranşar, Mahabad, Bokan û Seqizê gihîştibûn destên me.

Back to top button