Civak

Vê carê jî bi ya kurdan nehat kirin

Civata wezîrên hikûmeta Îraqê di civînekê de îro îlan kir ku  serjimêriya giştî ya Iraqê û herêma Kurdistanê bo 05.12.2010ê hat paşdexistin.

Mehdî Elaq cîgirê wezîrê pilandanana Îraqê di daxuyaniyekê de eşkerer  ku ji bo gotûbêjên zêde li ser meseleyên serjimêriyê, prosesa serjimêriya giştî bo bo 05.12.2010ê hat paşdexistin.
 Elaq got: “Îro civata wezîran civîneke taybet li ser prosesa serjimêriyê saz kir û tê de rewşa niha hate minaqeşekirin. Sedema sereke ya paşdexistina serjimêriyê rewşa deverên nakokbar e.”

Wek tê zanîn ereb û tirkmenên Kerkûk û Mûsilê berdewam di hewla paşdexistina serjimêriyê de bûn û weke wan çê bû.

Diviya bû di çiriya yekem a parsal de serjimêrî çêbaye. Lê hîngê jî ereb û turkmen li dij rawesatan û serjimêrî hat paşdexistin. Di hilbijarinên parlamentoya Îraqê de 07.03.2010ê kurda gelek zirar ji ne encamdana serjimêriyê dît û jimara kursiyên kurdan kêm bûn.

Eve careke din li ser daxaz û zixta waliyê Mûsilê serjimêrî hat paşxistin. Gelo dê di 05.12.2010ê de serjimêrî hêt kirin yan jî dê ereb û tirkmen li gor ya xwe kin û dema ew dixazin bikin.

Heta nuha jî kurd îsrarê li ser encamdana serfimêriyê dikin û komîteya bala ya serjimêriyê ya herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de daxaz ji wezîrê pilandananê yê Îraqê  (yê esil kurd) kieiye û serjmêrî neyê paşdexitin. Lê mixabin bi a kurdan nehat kirin.

Back to top button