Cîhan

Tzîpî Lîvnî: Tirkiye ji Ereban Erebtire

Serokê muxalefeta Îsraîlê û Wezîra Karên Derve ya berê Tzîpî Lîvnî ji Tirkiyeyê re rexneyek kir û got : Tirkiye ji Fîlîstiniyan zêdetir Fîlîstînî dike û ji Ereba jî ErebtireDivê Tirkiye aliyê xwe hilbijêre.

Serokê muxalefeta Îsraîlê li ser Tirkiyê bi awayekî eşkera hîşyariyek û da zanîn ku Tirk zilmkariya xwe nabîne di nava xwe de pirsgirêkên mezin hene ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe jî rêya demokrasiyê bikarnayinî lê li ser mijara Fîlîstînê xwe wekî demoqrat nîşan dide. Tirkiye ji Fîlîstînê zêdetir Fîlîstînî û ji Ereba jî Erebtire. Divê Tirkiye aliyê xwe diyar bike.

Em dibînin ku Tirkiye dixwaze ji aştiya Îsraîl û Suriyeyê re piştrgiyek bide. Li herêma me du qemp du alî hene. Divê emê biryara xwe bidin ku di kîjan aliyê de bimînin. Paradigmaya me ya nû li aliyê qempa Hikumeta meşrû ya Fîlîstîn û Misir, Urdun û welatên kendavê ye. Ew jî dizanin ku, Îran, Hamas û Hizbûllah ji bo berjewendiya aştiya Rojhilata Navînê naxebitin.

Tirkiye nikare li her du aliyê de bimîne. Îran dixwaze li herêmê şewtake derxe û dixwaze Tirkiye jî bike perçeyê xwe hûn çima nabînin ?. Em dizanin ku Erdoxan alîgerê aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê digel me li dijî Îran, Hamas û Hizbullahê bixebite. Hebûna Îran, Hamas û Hizbullah ji bo aştiya Rojhilata Navînê xeteriyek mezinin.

Serokê muxalefeta Îsraîlê Tzîpî li paytaxta Îsraîlê bi rojnamevanek tirk re hevpeyvînek kir. Tzîpî di hevpeyvîna xwe de rasterast nerazîbûna xwe nîşan da herwiha ji bo Tirkiyeyê jî rexneyên giran kir.

Partiya Tzîpî Lîvnî ya bi navê Kadîma li Îsraîlê wek navenda Lîberalê tê nas kirin û li Îsraîlê bi 28 sandelî ra xwediyê herî zêde ya sandelîne. Tzîpî 53 saliya û li ser pirsgirêka Îsraîl û Fîlîstînê piştgirya çareseriya modela 2 dewletî dike. Lîvnî leşkera berê ya Îsraîlê û ji bo MOSSAD’ê jî di xebatên gelek girîngê de cih girtiye.

Back to top button