Nivîsar

Turk nikare rastiyê bêje

Ahmet Turk di hevpeyvînek ya xwe li gel rojnama Duvar a tirkî dibêje: 7ê Hezîranê dema dengên kurda zêde bû, desthilat tirsiya û ev yek bû destpêka têkçûna pêvajoya aşitiyê.

Li cihek din Turk got: Tecrît kirina Ocalan ji bo gelê kurd û gelên Tirkiye zerereke. Eger Ocalan nehatibûya tecrît kirin niha rewşa demokrasiya Tirkiye cuda bûya.

Gelek cara tê gotin ku, wek milet zakireya kurda zeyife. Bûyera zû ji bîr dikin. Ji berî her tiştekî divê Turk û yên wek wî difikirin bila bikaribin hinek tabuyên PKKê bişkînin û rastiya heyî bibînin. Nabê ew kes tenê tiştên ji wanre tên nivîsandin ji raya giştîre bixwînin. Bila bikaribin ya dilê xwe de bêjin. Ahmet Turk ji her kesekî behtir dizanê ku , provakasyonên hatîn kirin, pêvajoya ku ew wek “pêvajoya çareseriyê“ nav dikin têkbir. Turk bila bikaribe behsa siyaseta xendeka û wêran kirina hinek bajarên Kurdistanê bike.

Her çikas xelk dengê xwe bidin HDPê jî ev rastiya HDP/PKKê naguhere. Ev nayê wateya ku siyasetek rast tê rêvebirin. Divê vêca hinek kes yên rastiya PKKê dizanin û civatên teng de nehînî siyaseta PKK/HDPê rexne dikin û li himber raya giştî tiştên din dibêjin, rastiyê ji xelkêre bêjin û li xwe mikur werin. Wek din dê heta hetayê kesayetek û siyasetek bi zîliyet rêve bibin. Derdikevin himber xelkê dereva dikin, nikarin rastiyê bibêjin ji hemûyê giringtir nikarin tişta ku lê bawerin bêjin.

Eve demeke cardin PKK/HDP bi hêceta tecrîta Ocalan dest greva birçibûnê kirine. Ji berî hertiştekî Qendil bi xwe Ocalan tecrît kir û tu giranî nedan dîtinên Ocalan û li dijê daxwaziyên Ocalan hereket kirin.

Herkes dizane ku Abdullah Ocalan, Bayik û reveberiya PKKê ya niha naxwaze û daxwaz ji wan kir ku kongreyekî çêbikin û desteya rêveberiyê biguherin. Ocalan diviya ku di kongreyê de biryara ji devberdana şerê çekdarî bidin. Lê ne kongre pêkhat û ne jî guh dan dîtinin û daxwaziyên Ocalan. Ocalan vekirî got ku, bila kesek min bikar neynê. Madem guh nadin min ez xwe didim aliyekî.

Di nava HDP/PKKê de gelek kes hene ku baweriya wan li xetek netewî Kurdistanî tê. Lê mixabin heta wek vê gavê nikarin dengê xwe derêxin û tu platforma de rexneya siyaseta li himber kurda tê rêvebirin bikin.

Duh Cemil Bayik di daxûyaniyek ya xwe de eşkere kir ku. PKK nahilê eniyek li dijê Îranê bê avakirin. Lê mixabin deng ji kesekî derneket.
Gelo dê çewe mirov bikaribe rastiya xwe bibîne û behsa siyasetek dirust û kesayetên xwedî çexsiyet bike?

Nûçe/Analiz

Rojevakurd

Back to top button