Polîtîk

Turk kuştina polisan li Samsunê şermezar kir

Enqere – Ji berî du rojan li qeza Samsunê li Ladik, hinek kesên nenas otomobîlek ya polîsan dabûn ber gulan û di encamp de du polis hatibûn kuştin. Hinek rojnameyên Tirkiye ev yek wek tola bûyera Ahmet Turk bête vekirin dan xuyakirin. Lê doh Turk daxuyaniyek da rojnema Zaman  û ev bûyera ku dijê polisan hatî kirin bi tundî şermezar kir. Her weha Turk da kifşkirin ku, kî ev yek kiribe helwesta wî  ya şermezarkirina vî bûyerê naye guhertin.

Turk di daxuyaniya xwe de got:  “ Divê li ser vê bûyerê bê sekinandin û sedemên vê bête eşkerekirin.Kî ev êrîşa dijê polisan kiribe dive bê zelalkirin .Ez ji bo vê bûyera kuştina du polisan gelek xemgîn bûme. Ez li dijê hemi çelakiyên ku li himber jiyana insane bête kirin, xwedî helwestim. Armanca me ewe ku , pêvejoyek bê destpêkirin da  hêdî insane newin kuştin“

Herweha parlementerê BDP-ê Siri Sakik jî da xuyakirin ku; Piştî êrîşa dijê Turk, du rojan kuştina du polisan provakasyoneke. Sakik  got ku; me ji berî çendekî da xuyakirin ku dê ev pravakasyon çêbibin. Sakik got:“ Berpirsiyariya me teva ye ku em nehêlin ev provakasyon çêbibin“

Back to top button