Nivîsar

Tuncel:Barzanî li gel Amerîka petrolê difroşe û dixwe

Sebahat Tuncel parlementer û hevseroka HDPê yanî Partiya Kurdên Kemalîst(parlementera BDPê ya kevin) 21.12.2013ê li zanîngeha Bîlkentê tevlî konferansekî bû. Tuncel di konferansê de axavtinek kir. Di despêka axvtina xwe de behsa nasnama xwe kir û xwe da nasandin. Tuncel got: Ez jinim, alevîme û sosyalîstim.

Tuncel bahsa nasnama xwe ya kurdî nekir. Ev keyfa wê ye xwe çewe his bike û çi bibîne ew e. Lê gotinek kurdî heye dibêje “Nanê Îsa dixwê, selawatê Musa dide.“ Sebehat jî bi dengên Kurdan bûye parlementer lê kar û xebata wê hem mezhebiye û hem jî xizmetê ji kemalîzmê re dike.

Di malpera nasnamê de li ser helwesta Sebahat Tuncer bi zimanê Tirkî şirovek dirêj hatiye kirin. Mirov ji xwedê re bêje, Nasnamê mafê wê teslîm kiriye. Yanî tişta pêwîst gotiye. Lê min jî xwest kurtahî bê jî bi kurdî nirxandinekî bikim.

Piraniya caran di medya Kurdî de ev gotin û kiryarên van kesayeta cîh nagire. Ev bi xwe jî bi serê xwe kêmasiyeke. Taybetî hinek malperên ku li Kurdistana Başûr derdikevin û di nav de zimanê Tirkî jî pir zimana weşanê dikin gelekî girînge cih bidin van nûçeyan, heta nirxandina  bikin. Lê mixabin.

Di konferansê de Sebahat Tuncel behsa her tiştekî dike lê behsa Kurdan nake. Kesayetek di konferansê de pirsekî ji Sebahat Tuncel dike.

Pirs: Wek sosyalistekî dîtine we di derbarê fikra “Miletek qedera xwe bi destê xwe tayîn bike“ de çiye? Gelo di derbarê ku Miletê Kurd bi îrada xwe qedera xwe tayîn bike de, tu çi dibîjî?

Sebahat Tuncel di bersiva vê pirsê dide û dibêje: Mafê her netewekiye ku qedera xwe bi xwe tayin bike. Em vî mafî wek mafê dewletbûna nabînin.Bila dewlet çênebê lê civatek demokratîk pêkwerê. Dema dewlet çêbibe hinge pirsa çînî(tebeqî) jî peyda dibe. Barzanî li gel Amerîka petrolê difroşe û dixwe. Kurdên Tirkiye jî mafên xwe yê pêkvejiyanê li gel Tirkan kartînin.Piraniya Kurdan li Tirkiye dijîn. Kurdan pirsa xwe ya etnîqî(netewî) çareser kirine. Emê bi hevre veca pirsgirêka kedê çareser bikin.“

Di rastiya xwe de wek kurdekî mirov ji vê axavtina di xizmetê ji nijadperestên Tirk re dike şermezar dibe. Lê pêwîste wekî kurdekî mirov bersiva vê jina rûreş jî bide. Vê jinê rûreş bike.

Mixabin ev jî bi dengê Kurdan di encama siyasetek çewt û xizmeta dewleta dagirger de tê hilbijartin.


Rojevakurd/Analîz: D. Jelî

Back to top button