Vîdeo

“Tu Tirk î” (Vîdyo)

Yusuf Sayman

 

“You Are Turkish” ango “Tu Tirk î”  belgefîlmeke nû ji derhêneriya rojnamevan Yusuf Sayman, belgefîlm rewşa Kurdan di salên 80î û 90î de li bakurê Kurdistanê vedibêje.

Wênekêş Yusuf Sayman ku li New Yorkê dimîne di buhara 2010 de serdana bakur û başûrê Kurdistanê kiribû ji bo kişandina fîlma xwe.

Yusuf Sayman  ronahiya kamîraya xwe dide ser kesên ku rastî êşkencekirinê hatibûn, ew li ser şêweyên êşkencekirinê di hebsa Diyarbekirê de diaxvin.

Belgefîlm bal dikşîne ser qedexekirina ziman û nasnameya Kurdan,  valakirin û şewtandina gundan, kujtina ajalan, koçberî ber bi metrepolan ve û her wiha behsa  penabertiya Kurdan li kampa Maxmûrê dike, cihê ku dîsa destê kujeran digihêje wan.

Di dokumentarê de, ji bilî hevpeyvînan, wêneyên balkêş  hatine bi cihkirin ku trajediya Kurdan ji temaşevanan re baş vedibêje.

Sayman derbarê naskirina  gunehên dewleta Tirk pispor e nemzae ku bavê wî kevneserokê komeleya parêzeran li Stenbûlê bû, ew jî neçar mabû ku di salên 70î de  sorgûn bibe.

Yusuf Sayman  pêşangeh li Nueva York, Berlîn, Amersfoort (Holanda) û li Çînê jî çêkirine, wêneyê wî di gele  rojname û kovar hatine weşandin

Hêjayê gotinê ye ku fîlm di 14 tîrmeha bihorî de li  Kings College li Londonê de hatibû nîşandan.

Fîlm bi Tirkî û Kurdî ye, her wiha jêrnivîseke bi zimanê îngîlîzî heye.

Dirêjahiya fîlmê: 12.30 xulek in, fîlm li ser vê navnîşanaê tê temaşekirin:

http://www.ysayman.com/youareturkish

Zinar Ala

 

Back to top button