Polîtîk

Tu qet fedî nakî?

Nivîskarê rojnama Haberturk, Umur Talu nivîsek di kuncika xwe de nivîsiye û bê ku nave kesekî yan jî dezgehekî bide rexneyên gelek tund li serfermadarê leşkeran li Îlker Başbug kiriye. Bi kurtahî beşek ji nivîsa Talu bi vî awayîye:

“ Gelek kulîlk di bin lingên te de perçiqîn. Te bi salan insan bê sûç tawanbar îlan kirin.Te arikarî kiriye ku jiyana gelek insanan li wan bû zîndan. Ji bo tu pîsatiyê pakij bidî nîşandan te gelekî kar kir.Tu gelek caran bê deng mayî, te gelek tişt weşartin, gelek caran tu hirs bûyî te da ber qiran, te xelk çilmisandin.Tu qet fedî nakî?

Divê mirov kesekî ji ber xwe tawanbar ilan neke, rastî jî ev dibe neheqiyek mezin. Lê hewldana pakijkirina kesên pîs û qirêj ne rizalet bi xweye? Te ji belgeyên girîngre got:“ parçeyek kaxizek bê qîmete“ te fedî nekir? Te tiştek qebûl nekir hemî tiştên ku te qebûl nekirî û inkara wa kirî rast derketin ma te qet fedî nekir? Te heyina plana Balyozê jî qebûl nekir,piştre dozgerê leşkerî ew plan wek amadebûna înqilabek leşkerî nirxand. Te qet fedî nekir?
Ji bo xwedê vekin binêrin, çi gotiye, çi nivîsandiye, we di derbarên bûyêran de çi manşet di rojnama de avêtin. Dema rastî derdikeve holê û hinek behsa we dikin hun xwe aciz dikin. Rastê mirov ji xwe şermê dike, lê birayê min şermezariya mezin behra te ye. Pirs ne ewe ku, mirov çewtiya bike, ji ber çewtiyan bitirse û bi vê tirsê bilerize. Mirov xwe mahkumê kirina çewtiyan bike û bi tirsê îxanetê li wijdana xwe bi xwe bike. Ev tişt hemî mirov şermezar dikin. Lê rojek şermezarî jî tê efû kirin.

Lê tu qed fedî nakî. Bi milyona insana tu bi awayek din nasdikirî, lê rastî tu fedî nakî. Veca madem tu ji tiştekî fedî nakî ez rêkî nîşa te bikim. Hertiştî bêxe stuyê Erdogan. Ji xwe Erdogan bi xwe plana Balyozê amade kiriye. Bi vê bawer bike da ku tu biçekî rihet bibî.
Têbiniyek: Vêca serfermandar fedî bike û çi bêje ew heviya wî ve maye. Bila Baykal jî xwe nîşa pisporekî bike. “

 

Habertur/Werger RojevaKurd

Back to top button