PolîtîkRojev

Tu mijûlê karên xwe yên bin ve bin ve be li Bexdayê karê te ji siyasetê nebe

Endamekî berê yê Parlamentoya Iraqê ya fraksiyona PDKê daxwaz ji Sîrwe Ebdulwahdî kir, ku mijûlê karên xwe yên bazirganiya bin ve bin ve be li Bexdayê û karê xwe ji siyasetê neyne.

Sîrwe Ebdulwahîd ku endama parlamentoya Iraqê bû, çi ji destê wê dihat bo dijatiya herêma Kurdistanê û sivikayî kirina li hember sembolên xelkê herêmê û bêrêzî li hember kesûkarên Pêşmerge û xwe biçûk kirina li hember erebên şoven dikir, naha jî wek desteya parlamenterên kurd ên neyarê herêma Kurdistanê dest bi êrîşa li hember hikûmet û aliyên niştimaniya herêmê kiriye.

Li hember wê endama berê ya parlamentoya Iraqê Neda Mêrgesorî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ya baş ew xanime û birayê xwe mijûlê bazirganiya bin ve bin ve bin li Bexdayê, ma çi dane siyasetê? Ew hebûnene ku bi berevajî kirin û dijatî kirina hember herêma Kurdistanê bêhtir çi kirine, bi siyaseta xwe ya xelet ve dixwazin êdî dixwazin ma çi li hember vî gelî bikin.’’

Herwaha diyar kir, di cîha êrîş kirina ser hikûmeta herêma Kurdistanê ya baş ew e Sîrwe Ebdulwahîd ku naha hesabdarê birayê xwe ye, bila mijûlê çareser kirina pirsgirêkên Çavê Land be, ji ber ‘’Fêl li xelkekî zêde yê xwedî pişkên Çavê Land kirine.’’

Mêrgesorî dibêje, eger kesên wek Sîrwe Ebdulwahîd neban hevsozê hin aliyên siyasî yên Iraqê, Bexda ji sala 2014ê heta naha nedikarî dest bide birîna mûçe û nanê xelkê herêma Kurdistanê û naçar dibû pirsgirêkên hatine cemidandin jî li gel herêma Kurdistanê çareser bike.’’

Mêrgesorî got: ‘’Sîrwe û hevsozên wan li Bexda mijûlê dijatiya herêma Kurdistanê ne û navxweyî Kurdistanê jî mijûlê têkdana nav mala kurd in, lê bi keyfxweşî em dibêjin temamê baweriya xwe ji dest dane û xelk tenê wan wek dardest û rênîşanderên şovenîstan dibîne.’’

Back to top button