CîhanRojev

Trump:Emê bo Rawestandina Hejmartina Dengan Serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn Bidin

Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump bi preskonferanseke li Qesira Sipî dîyar kir ku ew di hilbijartinê de bi ser ketiye.

Trump herwiha dîyar kir ku di hilbijartinan de hin sextekarî çêbûne.

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku hejmartina dengan were rawestandin û ewê hilbijartinê bibin ber Dadgeha Qanûna Bingehîn.

Serok Trump berî daxuyanîya li Qesira Sipî ji Twitterê jî gotibû ku ew li pêş in lê alîyê din hilbijartinê bidizin.

‘’… Emê nehêlin ku tiştekî wisa çêbe. Piştî sindoq werin girtin deng nikarin werin dayîn.’’ Trump nivîsîbû.

Back to top button