Cîhan

Trump: Nîsanê de virusa Krona namîne

Serokê Amerikayê Donald Trum di derbarê vîrusa Krona de daxûyaniyek balkêş da û di bêje: Di meha Nîsanê de dema hewa germ bibe vîrusa Krona jî xilas dibe.

Trump li gel kanala televizyona FOX axivî û di derbarê Çînê de tiştên balkêş gotin. Trump da xûyakirin ku, dema vîrusa Krona derketî wan gelek pisporên xwe rêkirine Çînê û arikariya wan dikin.

Berdewamiya axaftina xwe de Trump dibê je ku, Amerika û Çînê lihevtina bazirganî kirin. Piştî vê yekê Çînê destpêkir rêzê li Amerikayê digire.

Trump got: Ez bawerim nêzik de virusa Krona xilas dibe, di meha Nîsanê de dema hewa germ bibin ev vîrus jî namîne.

Back to top button