Cîhan

Trump li gel Ebadi civiya

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serokê Amerîka Donald Trump re hevdîtin kir. Nûnerê Herêma Kurdistanê jî tevlî wê hevdîtinê bû.Duh serokwezîrê Iraqê li Waşingtonê bi serokê Amerîka Donald Trump re hevdîtin kir. Di wê hevdîtinê de Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên jî beşdar bû.Piştî hevdîtinê Ebadî daxuyaniyek da û ragihand ku bi hatina Komariyan re di şerê terorê de alîkariya Amerîka bo Iraqê zêdetir bûye ji ber wê jî pêşveçûnên artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de zêdetir bûne.Ebadî behsa hevkarî û hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Pêşmerge jî kir û got, hevkariyeke baş di navbera me û Serok Barzanî û Pêşmerge de heye. Em bi hev re şerê terorê dikin û em dikarin gelek tiştên din jî bi hev re bikin.

Back to top button