Polîtîk

Trump “Kurdan” bi dîplomasîyê Tehdît kir!

Serokê Amerikayê Trump di civîna hukumetê de behsa vekişandina Suriye kir û got: Di derbarê vekişandinê de, min negotiye em dê di 4 mehan de yan jî bi çi şiklî vekişin. Hinek dibêjin emê di nava 4 mehan de vekişin, min tu tiştek welê negotiye. Lê ez dibêjim emê di demekî de ji Suriye vekişin.

Ji aliyek din de Trump behsa pêwendiyên li gel PKK/YPGê kir û got: Tirkiye haz ji wan nake, lê hinek din ji wan haz dikin. Piçeka Petrolê di destê wan de heye û wê jî difiroşin Îranê. Em ji vê yekê ne razîne. Ew şervanên başin. Em dixwazin Kurdan biparêzin, lê ev nayê wateya ku emê heta heta yê li Suriye bimînin. Ew dever mirin û qum e.

Dîndar Necman Doskî jî,  ji Basnews’ê re dîyarkir ku ev e demek dirêje ku firotina petrolê ya Îranê tê kirin. Lê ya girîng ew e ku Trump çima vê mijarê anî rojevê ? Trump di axaftina xwe ya dûhî de terefên ku  li Başur û Rojavayê Kurdistanê Petrolê difiroşin Îranê hîşyar û tehdît kir.”

Li gor agahdarîyên  Sputnîkê em dizanin ku li gor peymana ku di navbera PKK-PYD, FSD û Rejima Surî ya Esedî re  hatîye çekirin; dê li Hesekê, Rimêlan û Cebsê di rojekî de 50 hezar varêl petrolê derêxin û 30%ê vê petrolê wê ji rafînerî ya ku li Humusê ye rêbikin û ya mayî jî ji bo pêdivîyên xwe yên herêmî bi karbînin.

Petrola ku li Rimêlan derdiket berîya krîzê di rojê de 160 hezar varêl bû lê îro daketiye di rojê de 12 hezar varêlan. Li Cebsê jî ev daketin  ji 30 hezar varêlan heta 12 hezar varêlan e.  Petrola ku di bin kontrola hukumetê de ye îro di rojê de 22 hezar varêl petrol û 16,5 mîlyon m3 xaz e.  Petrola Humus û Palmira di bin kontrola hûkumetê de ye lê hemî deverên din di bin kontrola PKK-PYD, FSD de ne.

Teqrîben salekî berê di meha 12a 2017ê de peymanek ya petrolê di navbera Irak û Îranê de hatibu imzekirin. Li gor peymanê di rojê de 60 hezar varêl petrola Kerkûkê wê bi tankêran here derîyê Îran ya Kirmancşahê teslîm bibe. Şirketa Îraqî ya petrolê SOMO her dîyar kiribu ku projeya wan ew e ku ew dixwazin petrola Kerkûkê bi xetekî borîyan bibin Îranê.

Li gor vê dîmenê ya ku em dibînin şerê ku îro tê kirin her li ser kontrolkirina petrola Başur û Rojavayê ye. Îddia ew e ku beşek ne dîyar ya vê petrolê bi destê tekilîyên Îranê ya bi rêya YNK PKK-PYD , FSD û DAIŞê û bi razîbuna hukumeta Surî bê rêyên illegal tê firoştin û ev li hesabê Amerîkayê nayê.

Back to top button