Cîhan

Trump: Ez wî nasnakim

Serokê Amerîka Donald di derbarê îstifa kirina  Nûnerê Serokê Amerîka di şerê DAÎŞê de Brett McGurk dibêje: Ez wî nas nakim.

Serokê Amerîka Donald Trump di Twittera xwe de derbarê rewşa  Brett McGurk daxûyaniyek belav kir Trum dibêje: Ez Brett McGurk nas nakim, ew ji aliyê Serok Obama ve di sala 2015ê de wek nûnerê serok hatibû destnîşankirin. Ji xwe biryar bû dê meha Sibata bê de dest ji kar berda, lê wî niha îstifa kir.

Wek tê zanîn Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijê DAIŞê Brett McGurk bi nameyek radestî wezereta derve ya welatê xwe kir û ji karê xwe îstifa kirî bû.. Îstifa Brett McGurk bû duyem îstifa . Berê jî wezîrê bergiriyê îstifa kirîbû. Ev îstifa piştî biryara serokê Amerikayê Trump ya vekişandina hêzên Amerikayê ji Suriye hatin.

Back to top button