Cîhan

Trump: Em û Kurda hev têdigihin

Serokkomarê Tirkiye li gel heyetek berfireh serdana Washington kir û li gel Erdogan û berpirsên Amerikayê civînên berfireh kirin. Li ser daxwaziya Trump Erdogan li gel hinek senatorên Komariya jî civiya û bersiva pirsên wan da.
Dawiya civînan de , Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Spî konferanseke rojnamevaniyê saz kirin.

Serokê Amerîkayê di civînê de diyar kir ku wan civîneke gelek berhemdar encam dan û got ku Tirkiye hevalbendeke stratejîk a Tirkiyê ye.

Trump got ku Erdogan ji wî re ragihandiye ku Tirkiye dê berpirsyariyên xwe bicih bîne û derbarê agirbesta li Rojava jî ragihand, “agirbest tevlîhev e lê em bi awayekî bilez pêş ve diçin.”

Serokê Amerîkayê derbarê operasyona kuştina Ebûbekîr Bexdadî de jî got, “Tirkiye bû alîkar. Em spasiya wan dikin. Ew jî weke me şerê terorê dikin.”

Li ser mijara S-400an jî Trump got hevdîtinên wan ên li gel Tirkiyê berdewam in û hêviyên xwe derbbirîn bo çareserkirina wê mijarê.

Herwiha Donald Turmp amaje bi wê yekê kir ku ew dê rêjeya bazirganiya di navbera herdu welatan de bilind bikin bo 100 milyar dolaran.

Li ser pirseke derbarê Kurdan de jî Serokê Amerîkayê got ku peywendiyên wan li gel Kurdan baş in û wan bi hev re şerê terorê kirine.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî tekez kir ku wan hevdîtînên berfireh û serkevtî encam dan û got ku ew dê peywendî û hevkariya xwe li gel Amerîkayê kûrtir bikin.

Erdogan got ku wan 2 hezar û 200 çekdarên DAIŞê yên ku ji Sûriyê revaiyane girtine û got ku ew û Amerîka li gel hev dikarin “DAIŞê jinav bibin û aramî û seqamgiriyê vegerînin Sûriyê”. Erdogan herwiha got ku 287 endamên DAIŞê jî di vê dema dawîn de ku ji Rojava reviyane girtine.

Li ser êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê jî Erdogan got ku wan bi wê êrişê “derbeke giran li cudaxwaziya PKKê” dane û YPG jî bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kir.

Li ser rêkevtina di navbera herdu welatan de derbarê Rojava de, Erdogan got ku ew pabend in bi wê rêkevtinê û diyar kir ku wan “fersendekî girîng” ji bo çareserkirna krîza Sûriyê bi dest xistine.

Erdogan dîsa balkişand ser koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê û got ku wan alîkariya pêwsît di vê mijarê de wernegirtiye.

Erdogan ragihand ku wan derbarê Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî de jî belge radestî berpirsên Amerîkayê kirine.

Back to top button