Trump: Dibê ku şerek mezin di navbera Amerika û Koreya Bakur de derkeve

Donald Trump Serokê Amerîkayê di derbarê aloziya  Koreya bakur de dibêje ku, em dixwazin vê aloziya heyî bi rêyên diyalogê çareser bikin. Lê dibe ku şerek mezin jî derkeve.Koreya Bakur bi çekên xwe yên çêdike bûye tehdîtek mezin li ser welatên wek Koreya Başûr ,Japonya heta Amerika bi xwe jî. Herî dawî hinek mûşekên nû çeribandin û ceribandinên wan serkeftibûn. Li ser vê yekê Amerika keştiyên xwe yên cengî rêkirin herêmê û bi tundî li dijê Koreya Bakur derket.Li ser van bûyeran Donald Trump Serokê Amerîkayê li gel ajansa Reutersê axivî û di derbarê krîza Koreya Bakur de got:Îhtimaleke mezin e dê Amerîka û Koreya Bakur bikevin nav şerekî lê, ez tim rêbazên dîplomatîk tercih dikim. Dizanim kareke dijwar e, lê min pir dixwest bi rêbazên dîplomatîk ev mijar çareser bibe.”

Nêrînek

  1. Nivîskar û rojnamevan Hoşeng Osê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku PYD û PKK siyaseteke gelekî xerab û faşil li Kurdistana Sûriyê bi rêve birin.\r\n\r\nHoşeng Osê, ku ji nêzîk ve PKK nas dike dibêje, êrîşa Tirkiyê jî li ser bargehên YPG li Qereçox îsbat bû ku PYD di dîplpmasiya xwe de têk çû û eşkere bû ku dostên wê tune ne.\r\n\r\nLi aliyê din jêdereke nêzîkî YPG ji Avesta re eşkere kir ku berî êrîşa Tirkiyê li ser Qereçox bi rojekê li Rimêlanê civînek di navbera YPG û fermandarên Emerîkî de çêbûye û têde Emerîka ji wan xwestiye ku fermandar, gerîla, kadro û berpirsên PKK ji Kurdistana Sûriyê derkevin û di nava hêzên YPG û PYD û hêzên din yên girêdayî wan de nemînin.\r\n\r\nHeman jêderê got, YPG bi wê daxwazê razî bûye, lê ne diyare wê PKK çiqas razî bibe.

Leave a Reply to Postaci Cancel reply