Cîhan

Trump bi tundî li dijî Îranê diaxêve

Serokê Amerîkayê Donald Trump da xûyakirin ku Îran hewldide prosesa demokrasiyê li Iraqê ji hole rake  û aramiyê li navçeyê jî têk bide.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftinek a xwe de behsa destêwerdanên Îranê yên li Iraq û navçeyê kir.Trump got ku armanca Îranê têkdana aramiyê li dewletên  herêmê ye.

Wek din serokê Amerîkayê Trump Îran weke berpirsê şerê Yemenê jî da nîşandan. Trump dibêje ji mafê Erebistana Siudiyêye li dijê Îranê raweste.

Di derbarê rewşa Îranê de Trump got: Îran li Yemenê dijî Siûdiyê ye û li Iraqê jî hewl dide prosesa demokrasiyê nehile. Îran  piştevaniya Hizbûllaha Libnanê û dîkator Beşar Esed dike ku bi milyonan hemwelatiyên xwe kuştiye. Îranê gelek hemwelatiyên Amerîkayê û gelek kesên din li herêmê kuştine.”

Back to top button