Nivîsar

Totelîter derxistkerên aloziyan in

Eger çi bê xwestin û destên xwe dirêjî dewletên mezin xwedan girîngiya stratîcîk dikin ji bo xebata hevbeş bi xapandin û kedîkirina cemaweran li gor pêdivî û berjewendiyên hevbeş..

Rêber Hebûn

Zorengên civakî ji karê desthilatên totelîter in, li gel wê yaseyên xwe kirin şevpestên ku nayên jinavbirin,  lekeyên xwe li ser berketiyên takekesan û guhertinên wan dihêlin, ta li ser alîgirtinên wana jî bi demê ve, ji ber vê emê nikaribin rastiya parçebûnê di nav cemaweran de nasbikin ji ber girêdana wan bi ricîmekî desthilatdar ve bi xurtî xebitî ji bo belavkirina kanîbûnan û tarûmarkirina kedên zanyarî, hinek mînak li ser vê yekê kiryarê dewleta netewî wêranî û talankirinê (talankirina Kiwêtê ji aliyê Sedam Husên ve û berî wê êrîşa li ser Polendayê ji aliyê Hitler ve û herwiha talankirina Lubnanê ji aliyê Hafiz Elesed ve.)

ma gelo rizgariyek rastîn û makî heye ji jehr û nexweşiyên yên ku desthilata serkotker ji bijardeyan re vegûhêztibû, yê ku Gustaf Lobun wê mîna tewanbar ew binav kiribû.

Ew desthilata berî xwe dide têkbirina xewin û hêviyên cemawerên xwe bi azadî û guhertina demukratîk ve dema dest bi ajotina milletan dijî hevdû  dike, û rewşa gelên rojhilata navîn û cîhana Erebî pêdiviya xwe bi zêde ramandin û lêgerîn heye li dor diyardeya ajotina cemawerî ji ber vê yekê encamên bi ziyan dighîne netewan,û ciyawaziya roparta olî ya ragehî ji yê netewî tevî ku pir caran dibin e yek di hinek armancan yên girêdayî bi xapandina cemaweran û qefaztina li ser xwestekên wêna yên naverokî yên berz dibin bi demukrasî, mafên mirovan û serweriya zagona sivîl, û lîstokên desthilatê naye rawestandin li ser hesabê bêzariya cemawer û bê pîlana wê û tunebûna hebûna vîneke cemawerî zîrek wê dihêle li hember hevdû de bin ne tenê ji berjewendiya desthilatê lê ji berjewendiya ecnîdeyên dewletên herêmî ve yên ji veguhêztina çi rabûneke cemawerî bi aliyê xwe  ve ditirsin.

Ew bi hevanîna misoger û neçarbûyî di navbera ricîmên dewletên rojhilata navîn û bi taybetî  ve yên ku Kurdistanê parve dikin, bi heman nakokiya berjewendiyên xwe  ve dixebitin ji bo hişmendiya bavanî ya totelîter bihêlin û destketiyên xwe yên tofî biparêzin, eger çi bê xwestin û destên xwe dirêjî dewletên mezin xwedan girîngiya stratîcîk dikin ji bo xebata hevbeş bi xapandin û kedîkirina cemaweran li gor pêdivî û berjewendiyên hevbeş, û hebûna mêjiya cemawerî di gêjbûnekê de dimîne ji kirdeyê şaristanî ya zanyarî û bê kanîbûna wê ku dev ji wê hişmendiya dûrkar û ramandina olî bi wateya wê ya siyasî ya kevinşopî berde ji ber vê yekê mayîna wê hişmendiyê dibe asteng jêre ku derbasî qonaxa aştîbûna demukrasî bibe bi wateyê xwe yê naverokî ne pergalî, û awanteya heyî di nihad û neberketîbûna wê de tirsê hîştibû mîna metirsiyekî giran be berçav e li ber çav û hizran , berhinde sirûşbûnên cemaweran û kêmbûna bîraweriya wan bi têgehên hevjiyana aştiyan e hîştibûn biçin bi aliyê xwestekê wê desthilata serkotker û tiştê ku ew desthilat derdixîne  ji sawêr û xewinên lawaz, bi rêya wê cemawer dibin agirdûmanên amasbûyî ji şerên hundir û derve di heman demê de, berhinde mêrên ol berserketin di anîberkirina rageh û obeyan, mîna serkeftina desthilatdaran û yên ku serweriya tewriya şoreşgerî dikin dema cemaweran dihêlin bikevin sengerên beranberî hevdû, wana ji zorengên bê dawî dihêle ,û çendîn mildana kerî dijwar bû ji bo pêkanîna armanc û mebestên serokan bi bandorê gotarbêjiyên wanî cingînî û ew bi  dîtina cemawerên yên ku kiryar û desthilatiyên wana dipejirînin biserketibûn (Serkeftina Erdoxan di hilbijartina serokkomariyê 2023 de) ta ew cemawerên yên raman û bîrdoziyên wan bi hêsanî û xweşî mêtibûn û eger ricîmekî dîktetor an zorkarekî hat roxandin lê naye wê wateyê ku ew ramana a ku cemawer mîna avê vexwaribû tê roxandin jî , ji ber jêre bû mîna bawerî û rêbazekî, û bû boçûnekî ji nifşên serokkomarî yên  ku ew derdî radikin, berhinde bangên roxandina ricîmên beloq mîna guhertina cilên hundirî ne, ji ber ku roxandina ramana totelîter  û jinavbirina nezaniya xelkê û jêbirina giyanê kerîbûnê ew yê divê bê hilweşandin bi vejînbûna şoreşekî hizrî giştî çi guman an lîstok hilnagre.

– Nezanîkirin ricîmekî desthilatî ye totelîter e , ew ne eynî wê ew nezanî ye bi wateyê wê ya kevinşopî lê wateya xwe yê naverokî ew dûrketin e ji çi jêderekî zanyarî li cem cemawer pakiya hizr û derbasbûna ramanên azad li hişmendiyê sax dike.

– Nezanîkirin ew ricîma radestbûnê ye ji raman û felsefa serokê xêvzan e û nîşan re, di nav keriyekî mirovî dilive û  cemawerê yên ku li pey kesekî ve mîna pez dimeşin, û şagirtên wî rêberî sofî ne,bê hiş in ji çi ramanî derveyî ramanê wî dûr in, û dîtinekî ji derveyê dîtina wî naye peydakirin,ew ricîmeke ji reftarên reweştên olî hatî ye, bi bişanhildana xwediyên pariyê, û nikare ti astî ji demukrasî û vebûna li ser a din pêkbîne, û ew mildan û pejirandin e ji çi tiştê ku desthilata bîrdozî derxistibû ye, yê ku ew xerman e yê li dor kesayeta rêberê feylesof berz kiribû, yê  peyker û wêneyên wî li eywan û meydanên mezin hatibûn e danîn,  berhinde ricîma totelîter  bi vî rengî  bibû tirsa mezintirîn, û windabûna takekesan di nav vekokên binçavkirinê an kuştinê an bazdanê de û ew dibû gefekî li pêş  pêvajoka cemaweran di jiyana xwe de.

– niyazên pesinbûyî pêdiviyê xwe timî bi hişên ronakbîr hene bi zanînê bawer in,û li ser ricîma tirsa pîroz biserdikevin, û dibe ku şoreşa herî bi pêtîbûn û rastîbûn  ew e yê ku ji baweriya mirov bi hiş ve dibişkive û kanîbûna wî bi pêkanîna erkên zehmet bi hemahengiyeke komî bîngeha xwe dan û standin e, pêdiviyê me bi niyazên demkî nîn e yên ku ji hestên belavbûyî nehatiye xwendin derketî, berhinde ji civakên tirsê ew dîtinên zanyarî kêm in yên ku bi kar û barên pêşerojê ve mijol in bêhtir ji tiştên girêdayî bi demborîn û nediyarbûnê, û bi hiş û giyan ve pêş dikeve dewsa hildana nîşanên qedexekirinê, mîna baweriyekê bi rizgariya ya ku di zanîn û evînê de heyî û bi bedewbûn û bilindbûna hebûna endezyarî ve diyar dibe.

Back to top button