Civak

Tirsa bombeya di balefirê de

 
Îro dema ku balafira bi navê ONUR AIR a Tirkiyê dema ji bajarê Anyalyayê bi hewa ket û ber bi Stenbolê ve diçû, saet 11.30 rêwiyek ji cihê xwe radibe û diqîre dibêje ”Bombe bi min re heye, kes nelibite.”

Li ser wê gotinê di nava rêwiyan de bû welwele û tirs û bizdê xwe li her kesî lefand. Pilotê balafirê jî wê xeberê gehande kuleya Balafirgeha Stenbolê.

Îcar dema ku balafir li balafirgeha Ataturk a Stenbolê danî, pêre pêre polîsên taybetî ketin nava balafirê û wî kesê ku gotibû ”Bombe bi min re heye” desteser kirin û ew seh kirin, bombe li serê nebû.

 

 

Navê xwediyê bombeyê Ibrahim Ovunç e û got: Dema PKKyî di gerewa birçîbûnê de ne, wan didin peyivandin, lê kes guh nade min û li min napirse.

Polîsan Ibrahîmî girt û ew birin lêpirsîngehê.

 

Rojeva Kurd

 

Back to top button