Nivîsar

Tirs û Afirandin

 Heger dixwazin bandora deruniya bindestiyê baş fêr bibin; li kesê xwe bi navê “nivîskar-hunerkar” didin nîşan binêrin.Taybetmendiyekî wanê hevpar heye ku qet rîsk nastînin û di vî warê de afirênerê herî bê hempa û pisporin.

Dema ku bê te hesabê wan şîroveyê navnetewî dikin lê hîs bikin rîskekek heye dibin kundê kor.Aşiqê hêzê ne.Her tim dixwazin xwe bidin siya hêzekî lê her tim li ser murîdbûn û desthilatiyê gazindan dikin, behsa tîkel bûn û şîretê xwebûnê didin.Wekê “duvre dît î bi xwe rît î”, kitêbê xwe dixin frofîla xwe wek bonservîs an jî belgeya teqewûtbûnê tevdigerin.Kesera dilê wan ew e ku pesnê wan bê te dan, ji wan re bêjin: tu dişine nivîskarê filankesê qerese; lê dema ku yekê jî nirxekî biçuk li wan bike bela vela û dibin gurekî har.Qey bi xwe ne Kurdin heqaret Kurdan dikin, bê aqil dibînin.Êdî ji reva berbirsiyariyê û tolaziyê bûye nivîskar-hunerkar û hew…Baş dizanin ku rastiyan qal bikin wek Îsmaîl Beşîkçî tenê biminîn.Dawiyê dawî;Kesê bi tirsê tên xesandin nikare berhemek bê mirin bi afêrîne;Lê heger trajediya xwe tenê binivîse hem berhemek bê mirin û taybet be, hem jî ji alozî û giraniyan xelas bibe; bibe kesayetek azad û bê minet.Faruk Zent
Back to top button