Civak

Tirkiye Şingal û Çiyayê Qereşox bombebaran kir

Tirkiye şevîdin êrîşek berfireh bir li ser devera Şingalê û Çiyayê Qereçox.

Di derbarê vê êrîşê de wezîrê bergirya Tikiye Hulusî akar, daxûyaniyek da û got: Eve demek bû me amadekariya vê êrîşê dikir. 20 balefirên cengî bi hevre rabûn û êrîşê xalên ku berê hatibûn kifşkirin kirin.
Akar dibêje: Me zêdeyê 30 devera kirin armanc û ji nav birin. Ev cara yekê yê em Çiyayê Qereçox dikin armanc.

Balefirîn Tirkiye kampa Mexmûr jî bombebaran kirin û li gora agahdariyên ne fermî 3 kesa jiyana xwe ji dst daye û birêndar jî hene .
Heta vê gavê encama qurbaniyan bi temamî nayê zanîn.

Back to top button