Polîtîk

Tirkiye roj bi roj ber bi kaosê ve diçe

PAK-ewropa di derbarê rewşa siyasî ya Tirkiye daxûyaniyek belav kir.

Daxuyanî

Dewleta Tirkiye bi rê û rêbaza serokkomar och dîwana wî tê îdarekirin. Destûr û hukmê qanûna esasî nemaye. Li gor kêfa xwe dikarin parlamenteran bigrin, kesê bixwazin ji karên wan derxin, rêvebirên dezgehan ji karen wan dûr bixin, binçav bikin û li gora dilê xwe merivên xwe tayin bikin.

Sîstema dadwerî û rêveberiya dewletê bi temamî ketiye bin kontrola siyasi, yek partî û yek serok. Her Kesên ku sosyal mediya bikartînin tên kontrolkirin, parvekirinên ku ne li gora dilê sistema siyasî ango li gora rengên wan nebin, tên binçavkirin û girtin. Ne tenê xelkên li Tirkiye, bi hezaran kesên ku li diaspora dijîn, taybet kurdên diaspora tên şopandin. Mafên mirovan û azadiyê û mafê azadiya ramanî li Tirkîye ji xwe bi sînor bû, yê heyî jî binpê dikin.

Ew siyaseta bê bingeh ya Tirkiyê, çi li hundirê Tirkiye û çi jî li dervayê  Tirkiye be, hawîrdorê Tirkî asê kiriye û roj bi roj Tirkiye ber bi  kaosê ve dibe.  Ji bo ew siyaseta xwe ya xelet bidomînin, dixwazin him li hundir û hîm jî li diyasporayê, çavên hemû kesên azadî û demokrasixwaz bitirsînin.

Hefteyek berê du endamên Partiya Azadîya Kurdistanê PAK’ê, ji Almanaya ku li ser rê bûn, diçûn Diyarbekirê ji bo civîna Meclîsa partîya xwe, li Tirkiyê, li balafirgehê hatin rawestandin û binçavkirin. Sedema girtinê di parvekirinên medya civakî de dest nîşan kirine. Yek ji sedeman jî  ku roja Jinan ya Navneteweyî ya 8 Adarê de, hevpeyvînek parvekirî ye. Piştî lêpirsinek dûr û dirêj, yek ji wan berdane u yên din jî qedexekirina derketina ji Tirkiyê danê. Herdû kes jî hemwelatiyê Almanyayê ne.

Partiya Azadîya Kurdistanê PAK, partiyek di resmiyete de legal e û di amadeyiya ku di hilbijartinên herêmî de beşdar bibin.

PAK ji bo civaka pirr rengî, pirr dengî, azadî û toleransê dixwaze. PAK ji bo civakek hevpeyman û demokratîk ku hemî hindikahîyên neteweyî û olî xwe têde bibînin, xebat dike. PAK tevgerên tund û tûjî dûr disekine û ji bo çareseriyên siyasî û lihevhatinê ye.

Rojane, gelek agahdariyên nexweş ku li Tirkiyê diqewiminin digehên me, ku çawa polîsên ewlekarîyê, li balafirxaneyên Tirkîyê kurdên diaspora bi zordestî digrin û binçav dikin. Ev havîna çûyî, dema ku bi hezaran xelkê diherin tirkiye, gelek kes bi sedema parvekirinên medya civakî hatin girtin û binçav kirin. Parvekirinên medya civakî ji hêla polîsên ewlekarîyê wekî sedemek giştî ji bo binçavkirina kurdên diaporayê tê bikaranîn. Malbat li balafirgehan gelek perîşan dibin, ji hev tên veqetandin, hin ji wan bişûn ve vedigerînin û hinek ji wan binçav dibin, hinek ji wan jî tên girtin. Bi vê kirinên xwe ew dixwazin kurdên diasporayê bitirsînin ku ew di têkoşîna daxwazçn netewî û demokrasiya Tirkiyê dûr bikevin.

Ev bûyerên li Tirkîyê rûdidin û  metodên  ku polîsê ewlekariya Tirkiyê bi kar tîne, nayê qebûlkirin.

Em bang li Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê, Dewletên Yekîtiya Ewrûpa û hêzên Demokrasî u azadîxwaz dikin ku dengê xwe bilind bikin û dijî vê neheqiyê bisekinin. Em daxwaz dikin ku ew zor bidin Tirkiyê ku ji prensîbên nirx û demokrasiyê re rêzbigre.
Tirkiye ku dixwaze beşek ji cîhana azadîxwaz û demokratîk be, divê beriya her tiştî ji azadiya ramanî û rêxistinî re rêz bigre.

Em wek pistgirên PAKê li Ewrûpa yê dixwazin ku li Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê, Dewletên Yekîtiya Ewrûpa û wezaretên kar û barên derva yên welatên Ewrûpayê, li ser bûyeren ku li Tirkîyê rûdidin agahdar bikin. Hêzên desthilatdariyê yên Tirkîye tu carî rêz li destûra bingehîn a ku wan pejirandiye jî rêz nagrin. Mafê partîyên sîyasî ye ku karê xwe yên siyasî bi azadî bemeşînin.

PAK- Ewrûpa 1/12/2018

E-mail: [email protected]

Back to top button