Polîtîk

Tirkiyê dîsa destûr neda ‘Kurdistanê’

Komek ciwanên kurd berî demekê li Amedê “Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistan” damezrandin. Lê wezareta navxwe ya Tirkiyê destûr neda navê Kurdistanê.

Komek ciwanên kurd par di  4’ê berfanbarê de civiyan û biryar dan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê û dûrketina ji neteweya kurd xwe bi awayeke qanûnî birêxistin bikin. Biryara damezrandina “Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê” di wê dîrokê de hate dayîn û roja 11.08.2013an avabûna komeleyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Komele li hemberî AZC Plazayê li ser qata DDKD’ê cih digre. Serokê komeleyê Serhat Mêrdînî ye. Li gorî gotina wî tu eleqeya wan rasterast bi tu rêxistinan re tune ye, lê ew li ser bîr û baweriyên Mele Mistefa Barzanî dimeşin. Ew felseyfeya xwe, nêrîna xwe ya jiyanê ji Barzanî werdigrin û ew ê hewl bidin bi kirin û hêza xwe bibin layîqê wî navî. Ji ber vê yekê li avahiya komeleyê ev dirûşma Barzanî li ser dîwar hatiye nivîsandin: “Di şikestinan de bêhêvî nebin, di serkeftinê de jî ji ser xwe ve neçin.” Li dîwarekî din ê komeleyê jî gotina “Kurdon! Malxirabno! Yan nebêjin em kurd in an jî bi kurdî biaxivin” a Celadet Bedirxan cih digre. Wêneyên Şêx Seîdê Pîran, Qadî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî jî li ser hemû tabloyan hatine daliqandin. Li avahiyê wêneyê Leyla Qasim jî nehatiye jibîrkirin.

‘Zimanê navxweyî û fermî kurdî ye’

Serhat Mêrdînî ji Rûdawê re diyar kiribû bi sedan ciwanên kurd bi tevgera wan re kar dikin û ew ê hewl bidin li tevahiya Bakurê Kurdistanê birêxistinbûna bi pêş ve bibin. Mêrdînî, dabû zanîn ew li ser fikr û ramanên neteweyî bi rê ve diçin û ji bo avakirina rih û giyana neteweyî ew ê ji bo ciwanan kursan ava bikin. Mêrdînî, da zanîn ew weke pîvan li her derê zimanê kurdî bi kar tînin û civînên xwe yên fermî jî ew bi kurdî bi rê ve dibin.

‘Ziman, ax, al û welat xeta sor e’

Cîgirê Serokê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çager jî destnîşan kiribû xetên wan ên sor hene û ev jî ziman, ax, al û welat e. Çager, destnîşan kir ew ê bi polîtîkaya xwe civaka kurd li hemberî xapandinê hişyar bikin û hewl bidin hişyariya neteweyî di nava civakê de şax vedin.

‘Divê jin li ser koka neteweya xwe mezin bibin’

 

Yek ji rêveberên komeleyê jî Besra Şik e. Li gorî gotina wê ew jî ji polîtîkaya jinên kurd ên di partiyên din de aciz e. Li gorî baweriya wê jinên di partiyên din de ji kurdbûn, orf û adetên kurdayetiyê dûr ketine û ji ber vê yekê wê tercîha xwe di vê komeleyê de kiriye. Besra Şik, destnîşan kir ew ê jî bi nêrîneke din a jinan derkevin pêşiya gel û ew dixwazin jinên kurd li ser koka neteweyî û kultura xwe bimeşin.

Nêzî sê heftî li ser avakirina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê re derbas bû. Wezareta navxwe ya Tirkiyê derbarê navê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Wezaretê destnîşan kir ku gotina ‘Kurdistan’ li gorî xala 302’emîn a Yasaya Cezaya Tirk û 14’emîn makeqanûnê sûce û nav veto kir.

Wezaretê nivîsek ji komeleyê re şand û daxwaza guhertina navê komeleyê kir. Cîgirê serokê komeleyê Roger Cager li hember biryara wezaretê nerazîbûn nîşan da. Cager diyar kir ku ew navê komeleya xwe naguherînin û ger doz li wan were vekirin, wê dozê bibin dadgehê.

Cager diyar kir ku navê ‘Kurdistan’ ne li dijî yasayan e û ger doz li me hat vekirin, emê rêyên yasayî bişopînin. Roger Cager diyar kir ku ger rêyên hiqûqa navxweyî encamê negirin, emê vê mijarê heta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jî bibin.

Back to top button