Cîhan

Tirkiye çavê xwe ji berfirehbûna El Nûsra re digire

Rojnameya El Vatan a ku nêzîkî rêveberîya Şamê ye û li Sûrîyê weşanê dike, îdia kir ku pêwendîyên Tirkîyê bi rêxistina El Nûsra re heye û El Nusra çekên xwe ji Tirkîyê distîne.

Li gor çavkanîyên El Vatan piştrast kirine, Enqere dixwaze xetên têkilîya di navbera artêşa Sûrîyê û herêma kêmkirina rageşîyê de derbasî El Nûsra bike. El Nûsra ji bo dagîrkirina van enîyan her tim hewl dide ku daxwazên xwe zêde bike.

Li gor El Vatan, rêveberîya Erdogan çavên xwe ji rêxistina terorê El Nûsra re digre û alîklarîya wê dike.

Back to top button