Civak

Tîma Jinên Kurdistan li Îranê bû yekemîn.

Serokê Lijneya Werzîşê Parazgeha Kurdistan ( Sine ) Huveyde Wezirî da zanîn ku tîma bazdanê
Jinên Kurdistan pêşbirkên li seranserê Îranê bû yekemîn û madalyayên rengareng bidestxistin.

Pêşbirka Bazdan li parêzgeha Meşhedê hate kirin. Ji bo pêşbirkê ji seranserê Îranê ji her parêzgahê tîmekî û bi giştî jî 24 tîm beşdar bûn.

Berpirsyarê pêşbirka bazdanê parêzgeha Kurdistan ( Sine ) Huveyde Wezîrî ji Ajansa Nûçeya Fars Nuw re got : Pêşbirk bi awayekî coş derbas bû û  Tîma Jinên Kurdistan pêşbirka li parêzgeha Meşhedê 5 madalyayên zêr û 1 jî madalyayê bronz bidestxistin û ji seranserê Îranê bû tîma yekemîn.

Back to top button