Nivîsar

Tifaqên xav, PDK-Bakur û siyaseta bi wesayet

HDP partîya dewletê ye. Ji ber vê jî HDP siyasetek bi wesayet dimeşîne û di bernameya xwe de tu tiştekî ji Kurdan re naxwaze, vekirî xwe wek partîyek Tirkîyê qebûl dike. Her çiqasî bingeha wê Kurd be jî, piranîya serkêş û rêvebirên wê Tirk, Ereb û Ermanî ne û hefsar di destê wan de ye.

Nûrî Çelîk

Bi qasî ku di van deh salên dawîn de PDK ên Bakur ziyan dane tekoşîn û Rêbaza Barzanî, tu kesî nedaye. Bi qasî ku di van deh salên dawîn de PDK ên Bakur Kurdên Bakur ji Rêbaza Barzanî dûr xistine, kesî nekiriye. Bi qasî ku PDK ên Bakur hêvî bi Kurdên Bakur re nehiştiye û ew sempatî û dilxwazîya ku ji PDK û Rêbaza Barznî re hebû pûç kiriye, kesî nekiriye. Her 5-6 PDK ên ku li Bakur hene û her alî wê ji boberjewendîyên xwe yên şexsî, malbatî û siyasî bi kar tinin, PDK û Rêbaza Barzanî di çavên Kurdên Bakur de reş kirine û bi vê yekê ziyana herî mezin dane PDK û Rêbaza Barzanî.

Parçekirina PDK, pûçkirin û alozkirina Rêbaza Barzanî, şikandin û têkbirina xewn û hêvîyên hezkiriyên PDK û Barzanî, Kurdên Bakur avêtine hembêza PKK û dewletê.Parçeparçe kirina PDK xizmetek mezin ji siyaseta dewleta Tirk û PKK re kiriye û dike. PDK ên ku tu cudahîyek siyasî û îdeolojîk di navbera wan de tuneye û nakokîyên heyî tenê nakokî û berjewendîyên şexsî, nakokîyên meqam û kursîyan e, bi zanîn yan bi nezanî xizmeta berjewendîyên dewleta Tirk û partîyên wê dikin. 

Me di nivîsên berê de gelek caran anî ser zimên, Siyaseta bi wesayet û îcazet xizmetê tenê ji xwedîyê xwe re dike û rê nade ku ew siyaset ji qalib û sînoranderkeve der. Ew qalib û sînor jî bêguman xizmeta berjewendîyên siyaset û sînorên dewleta Tirk û alîgirên wê ye. Wesayet û îcazeta siyasetê ji kîjan dewletê  yan ji kîjan partîyê hatibe stendin, xizmeta berjewendîyên wê dewlet û wê partîyê tê kirin. Kesên îcazeta xwe ji dewleta Tirk stendibin wê xizmeta wê dewletê bikin, kesên îcazeta xwe ji PKK yan ji PDK-Başûr stendibindîsa wê di xizmeta biryar, siyaset û berjewendîyên wê partîyê de bin. Nikarin sînorên wan derbas bikin.

Di mesela tifaqan de jî tifaqên bi wesayet û îcazet tên meşandin. Ji kujtina Saîd Elçî û Dr. Şivan û heta îro destên tarî nehiştine ku Kurd bi tifaq bin û di bin sîwanek netewî de bicivin. Kujtina herdu Saîdan dînamît xist bin bingeha tifaqa Kurdên Bakur û ji wê rojê de rê li ber tifaq û alternatîfên netewî hat girtin, bingeha siyaseta bi wesayet û îcazet xurttir bû û rê ji PKK re hat vekirin. Ewroj ev roj e, Kurdên Bakur nikarin di nav hev de tifaq û alternatîfek netewî pêk bînin û hefsarê siyaseta bi wesayet û îcazet ji stuyê xwe derxin. Parçekirina PDK ên Bakur û partîyên din, daye xuyakirin ku ne dewleta Tirk, ne PKK û ne jî PDK tucarî nexwestine û naxwazinKurdên Bakur siyasetek serbixwe û bê îcazet bimeşînin yan alternatîfek netewî pêk bînin. Partî yan alternatîfek netewî tê wateya xebat û siyasetek serbixwe, bê wesayet û bê îcazet. Ev yek jî bêguman li hesabê gelek alîyan nayê û kes naxwaze hefsar ji destê wan derkeve. 

HDP partîya dewletê ye. Ji ber vê jî HDP siyasetek bi wesayet dimeşîne û di bernameya xwe de tu tiştekî ji Kurdan re naxwaze, vekirî xwe wek partîyek Tirkîyê qebûl dike. Her çiqasî bingeha wê Kurd be jî, piranîya serkêş û rêvebirên wê Tirk, Ereb û Ermanî ne û hefsar di destê wan de ye. Ango, serê ben di destê dewletê de ye.Hilbijartina 2023an nêzîk dibe. HDP dîsa hewl dide ji bohilbijartinê Kurdên derveyî HDP li dora xwe bicivîne û li ser pişta Kurdan çepên Tirk û kesên ne Kurd bişîne parlamentoyê. Tifaqa bi HDP re  wê ji Tirkîyeyîbûn, pişavtin û asîmîlekirina Kurdan pê ve tu xizmetê ji Kurdan re neke. Ev eşkere ye. Lê dîsa jî partîyên wek PDK-T û yên din ji bo kursîyekî meclîsa Tirkan yan şaredarîyekê bidestxin hewl didin bi HDP re tifaqan çêkin û Kurdan bi Tirkîyê ve pine bikin. 

Serokê PDK-T M. Emîn Kardaş, piştî serdana Hevserokê HDP Mîthat Sancar, ragihand ku Sancar ji botifaqa Kurdan hêvîyên mezin dane wan û ew pê pir kêfxweş bûne.

Birastî meriv matmayî dimîne. PDK-T a ku qaşo li ser Rêbaza Barzanî ye, çi hêvîyê ji partîyek dewletê mîna HDP dike?  HDP di bernameya xwe de çi daye Kurdan û wê çi bide Kurdan? HDP doh çi hêvîyên mezin dan Kurdan ku îro bide? Li şûna ku hûn 5-6 PDK yên Bakur tifaq û yekîtîya xwe bikin, çima hûn li dora HDP dibin perwane? Û bi dehan pirsên din.

Bi kurt û Kurmancî; tifaq û yekîtîya navxweyî ya partîyên Kurd û Kurdistanî ji tifaqa bi HDP re girîngtir û ferztir e. Tifaq û yekîtîya partîyên Kurdistanî wê bibe wesîleya xurtbûna hêvî û zîndebûna Kurdan û ruhê Kurdayetîyê. Tifaqa bi partîyek dewletê re jî wê bibe wesîleya qirkirina Kurdan û di xizmeta dewleta Tirk de be.

Îcar hûn çi navî li vê yekê dikin, hûn zanin..

Back to top button