Civak

Tifaqa Weletperwer û Demokrat li Amedê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî

Tifaqa Weletperwer û Demokrat li Amedê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî

 Tifaqa Weletperwer û Demokrat îro(17.03.2019) li Amedê Jenosîda Helebçeyê bibîranî.

Bibîranîna Jenosîda Helebçeyê li buroya hilbijartinê ya Tesîsler a Amedê ya Tifaqa Weletperwer û Demokrat bi awayekî girseyî li dar ket.

Telewîzyonên Kurdî jî eleqeyeke baş nîşanî birbîranîna Helebçeyê dan.

Gelek sîyasetmedaren Kurd jî beşdarî bibîranînê bûn.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz axaftina destpêkê kir.Paşê beşdaran ji bo şehîdên Kurdistanê yek deqîqe rêz girtin.

Piştî rêz girtinê slayteke di derbarê jenosîda Helebçeyê hate pêşandan.Paşê Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek û namzedê serbixwe yê Amedê Sait Aydoğmuş, li ser navê Tifaqa Weletperwer û Demokrat, di derbarê jenosîda Helebçeyê axaftin.

Civîna bibîranîna jenosîda Helebçeyê bi beşdarîya girsyeke berbiçav , balê  kişand. 17.03.2019

Back to top button