Polîtîk

Tifaqa Welatperwer û Demokratîk

Tifaqa Welatperwer û Demokratîk li Mêrdînê ji bo hilbijartinên herêmî civînek li dar xist.
Roja 30yê çileya pêşîn a 2018an, li Qosera navçeya Mêrdînê, Tifaqa Welatper û Demokratîk(Tifaqa Welatperwer) ku ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û gelek kesayetên serbixwe yên welatper pêk tê, ji bo hilbijartinên herêmî, civînek li darxistin.
Gelek sîyasetmedar û rewşenbîr yên ji Mêrdînê û ji navçeyên Mêrdînê beşdarî civînê bûn.

Tifaqa Welatper û Demokratîk(Tifaqa Welatperwer) ji bo ku bi namzetên serbixwe yên welatperwer û demokrat bikevin hilbijartinên herêmî, li Mêrdînê dest bi xebatên hilbijartinê kirin.

Bi vê armancê, îro li Qosera navçeya Mêrdînê, civînek hat lidarxistin.
Civîn ji aliyê Ramazan Kahramaner, Zeki Ekinci û Ûbeydullah Bozan ve hate birêvebirin.

Civîn, bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Axaftina pêşî ji aliye  Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)  Mustafa Özçelik  ve hate kirin.
Dûv re,  Cîhgirê Serokê Giştî yê  Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)  Bayram Bozyel  axivî.
Özçelik û Bozyelî bale kişandin girîngiya hilbijartinên herêmî û bi taybet, ketina bi namzetên serbixwe yên welatper û demokrat ku alternetifeke pêwîst dê ava bike.

Piştî axaftina wan, gelek beşdarên civînê axivîn û bîr û rayên xwe anîn zimên.

Di encama civînê de ji nûnerên  partîyên sîyasî û şexsîyetên serbixwe  Komîsyona Mêrdînê ya Tifaqa Welatper û Demokratîk(Tifaqa Welatperwer) hate damezrandin.Ev Komîsyon di rojên pêş de bi beşdarîya nûnerên partîyên sîyasî û şexsiyetên serbixwe yên bixwazin beşdar bibin dê bê berfireh kirin.

Back to top button