Polîtîk

Tifaqa Welatperwer û Demokrat, berbijêrên xwe dan nasîn

Tifaqa Welatperwer û Demokrat ku ji Partiya Azadiya Kurdistan û ji Partiya Sosyalist a Kurdistan pêk hatiye, berbijêrên xwe yên şaradariya dan nasandin. Tifaq ji du partiya pêkhatiye û gelek kesayetên serbixwe jî pişgiriya xwe didin vê Tifaqê. Tifaqa Welatperwer û Demokrat di vê derbarê de daxûyaniyek ragihand.

Daxûyani:


Tifaqa Welatperwer û Demokrat, namzedên xwe dan nasîn

Tifaqa Welatperwer û Demokrat a ku bi pêşengiya herdu partiyên PAK û PSKê û bi piştgiriya kesayetên serbixwe bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê hatibû avakirin, roja Yekşemê 10ê Sibata 2019an, li Demîr Otela Amedê, namzetên xwe yên bo serokatiya şaredariyan bi rayagiştî dan nasîn.

Di civîna danasîna namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat de, Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik û yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek axivîn û behsa armanc û perspektîfa Tifaqa Welatperwer û Demokrat kirin û Deklerasyona hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi rayagiştî re parve kirin.

Piştî axaftinan, herdu serokên giştî yên PAK û PSKê, namzedên şaredariyan gazî dike kirin. 

Li gor vê, namzedên diyarkirî yên hin bajar û navçeyan wisa ne:

BAJAR:

Sait Aydoğmuş: Amed 

M. Feyyaz Ekmen: Batman 

Abdulkadir Demir: Mêrdîn

Ali Ziver Çakı: Mûş

NAVÇE:

Yenişehir /Amed: Ramazan Kahramaner

Kayapınar/ Amed: Zeki Ekinci

Rezan/ Amed: Hidayet Fidan

Qoser/ Mêrdîn: Şeyhmus Ünal

Nisêbîn/ Mêrdîn: Latif Köseoğlu

Lê, Serokê Giştî yê PAKê da zanîn ku Parêzer M. Celal Baykara ji bo Stenbolê namzetiya xwe ya serbixwe ragihandiye û got ‘emê weke Tifaqa Welatperwer û Demokrat piştgirîya M.Celal Baykara bikin’. Her weha got, ‘hewla ma ya ji bo destnîşankirina hin cihên din jî berdewam e’.

Civîna danasîna namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, ji aliye gelek sazî, rewşenbîr û siyasetvanên navdar ve hat şopandin. Her weha gelek endam û alîgirên PAKê, PSKyê û şexsîyetên welatperwer beşdarî civîna danasîna namzedên serbixwe bûn.

Hamit Kılıçarslan, Sıdkı Zilan, Muhittin Batmanlı, Paşa Akdoğan, Mele Arif û Cano Amedî, M. Emin Xurxurî, Gafur Türkay, Seîd Veroj , Ahmet Kanî, Tahsin Sever, Reşit Karakaya, Cabir Yoldaş,Dağıstan Toprak, İbrahim Güçlü, Vedat Koçal, Dr. Hasan Güneş, Can Gülşenoğlu, Hüseyin Kaplan, Şeyhmus Asık, Kemal Yıldırım, Şêx Mizbah, ji hin beşdarên civînê bûn.

Back to top button