Polîtîk

Tifaqa navbera AKPê û MHPê têkçû

Roja sêşembê serokê MHPê Devlet Bahçeli, di gruba partiya xwe de axavtina hefteyî kir û behsa tifaqa navbera MHPê û AKPê jî kir. Di vê derbarê de Bahçelî gotibû: “ Wek partî tu hêviya me ya hevkariya nemaye, vê pêvajoya ku em gihanê hêdî niyeta me ya tifaqa nîne û em li tifaqa nagerin.Tama hevdîtinên me ji bo tifaqa nemaye em bi hevdîtinên zorê nagihin cihekî. Ji hir pê de emê rêya xwe bi xwe kifş bikin.“

Bahçelî bi vê gotara xwe dawî li tifaqa navbera AKPê û MHPê de jî anî. Ji bo vê sedemê jî Bahçelî vexwandina Erdogan ya resepsiyona 29 mehê qebûl nekir û tevlî resepsiyona cumhuriyetê nabe.

Dawîbûna tifaqa navbera AKPê û MHPê di gelek guhertinên nû jî li gel xwe bîne.

Back to top button