CîhanNivîsar

The Washington Times: Xeleta Nobelê ya Aşitiyê mefê Nêçîrvan Barzaniye

Rojnameya The Washington Times di miqaleyek ya xwe de Behsa rewşa Iraqê û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani dike. Rojname behsa serkeftina Barzani ya diplomasî dike. Nivîs bi nave “ Nêçîrvan Barzani xeleta aşitiyê ya Nobelê heq dike“ hatiye nivîsandin.Nivîskar û lêkolîner Rachel Avraham di nivîsa xwe de dibêje: Piştî referanduma serxwebûnê gelek welatên cihanê rêz li biryara mafê kurda yê serxwebûnê negirtin. Amerika dida xûyakirin ku ne demê serxwebûna Kurdistanê ye.Tirkiye, Îran û Suriye li dijê biryara serxwebûnê derketin. Ji ber ku ew difikiriyan ku biryara serxwebûna di Kurdistana Iraqê dê bandore li kurdên nav wan de jî bike.Berdewamiya nivîsa xwe de Avraham dibêje: Îran û Irak ji bo mercên ragihandina dewleta Kurdi ji hole rakin bi pasdar û milîsên Şîe êrîşê Kerkûkê û herêmên nakokî li ser heyin kirin. Li himber êrîşa li dijê herêmên Kurdistanê, Nêçîrvan Barzani gelek bi aşitiyane hereket kir û da xûyakirin ku bi şer kesek tiştekî destve nayne.Piştî Kerkûk ket destê hêzên Iraqî de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kareseta hetî serê kurda dît û şerek berfireh sekinandin û diplomasiyek gelek serkeftî rêvebir. Herweha Avraham dibêje Nêçîrvan Barzanî destûr bingeh girt û saya serê diplomasiya hatî rêvebirin hişt welatên din pressê li Ebadî û Iraqê bike .Di dawiya nivîsa xwe de nivîskar dibêje, Kurd hêdî hêdî ji tengiyê xilas dibin û rewşa wan berûpêş ve diçe. Barzani saya diplomasiya serkeftî kurd ji karesetek mestir xilas kirin û rê neda şerek navxweyî li Iraqê pêkwerê.Ji bo vê yekê Rachel Avraham dibêje Xeleta Nobelê ya Aşitiyê mefê Nêçîrvan Barzaniye.

Back to top button