Polîtîk

The Dallas Morning News: Kurdistan dibê xezîneya nefta cîhanê

The Dallas Morning News : Renge Herêma Kurdistanê bibê mezintirîn xezîneya nefta cîhanê

Li gor nûçeyeke rojnameya The Dallas Morning News ya Amerîkî Kompanyayekî neftî ya Amerîkî ragihandiye ku wan kariye kêlgehekî nû ya neftê li parêzgeha Dihokê peydabikin ku têda yedega neft gelek zêdeye, 

Rojnameya The Dallas Morning News li ser zimanê Ross Perot Birêveber û Damezrînerê Kompanya Hillwood International Energy belavkiriye ku li axa Herêma Kurdistanê de pêşbîniya ewe tê kirin ku bibê mezintirîn xezîneya neftî ya li cîhanê. Her wiha got ew kêlgeha neft li parêzgeha Dihokê hatiye dîtin nefteke gelek zêde têda heye û pêşbîniya ewe jî kir ku li dawiya vê mehê rojane 25 hezar bermîl neft ji dû bîrên neftî pêkhatine ku heta niha li nav wan kêlgehan de neftê berhem tînin. 

Her wiha rojname balkişandiye li ser wê yekê ku kompanya Hillwood International Energy yek ji leqên kompanya xwe li nav Herêma Kurdistanê vekiriye û li wir neft digerê û li sala 2006 an de yekem karê kolandinê li nahiyeya Sersing ya li parêzgeha Dihokê encam daye. 

Back to top button