Polîtîk

Tevgerê rewşa xwe dinirxîne

Di 04.01.2015an de roja yekşemê li Amedê bi beşdarbûna endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê civînek çêbû. Armanca civînê; nirxandina kar û xebatên ku heta îro bûne û durustkirina bernameya xebatên bo demen pêş bû. Di encama nirxandin û nîqaşan de çend biryar hatin stendin;

1- Ji bo kar û xebat bi rêk û pektir bin Kordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji nû ve hate dîzaynkirin.

2- Berpirsyarên herêmên ku komeleyên me lê hene hatin destnîşan kirin.

3- Berpirsyarên komîsyonên lîse û zanîngehan hatin dîyar kirin.

4- Biryar hate girtin ku çend komîsyonên nû bêne ava kirin, wek Komisyona û Kar û Barên Dîplomasiyê û Komîsyona Çapemeniyê…

5- Xeynî komîsyonên ku li jor hatine nivîsandin, Lijneya Şêwirmenda ku ji rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên hilbijartî hatine dîyarkirin wê bê ava kirin.

6- Ji niha û pê ve wê hemû endamên Tevgerê pêşniyar û rexneyên xwe bi awayeke nivîskî bigihînin komîsyona ku bi wî karî re eleqeder dibe. Komîsyonên ku kar û xebatên xwe bikin jî wê hemû biryarên xwe bi nivîskî qeyd bikin û raporên hemû xebatên xwe bigirin.

7- Karên Koordînasyona Rêvebiriyê

– Koordînasyon wê 15 rojan carekê bicive. Dema piraniya endamên Koordînasyonê amadebin, wê civîn çêbibe.

– Pêşniyar û rexneyên ku bên kirin û biryarên ku bên girtin wê bi nivîskî di nav rapora civînê de cih bigirin û endamên ku nehatine civînê wê bêne agahdar kirin.

– Organîzekirina hemû xebatên Tevgerê, perwerdekirina qadroyan, kontrolkirina xebatên qadroyan, pêşxistina tora birêxistinbûnê ya li hemû derên Kurdistanê û ava kirina komîsyonên bin Koordînasyona Rêvebiriyê; kar û berpisyariyên Koordînasyona Rêvebiriyê ne.

Koordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgerê:

Serhat Mêrdînî (Sekreterê Tevgera Ciwanên Kurdistanê)

Roger Çaxer (Cîgirê Sekreterê Tevgera Ciwanên Kurdistanê)

Gul Demîrdag (Cigira Sekreterê Tevgera Ciwanên Kurdistanê)

Farûk Zent (Endamê Koordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgerê)

Özgür Amed (Endamê Koordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgerê)

Basra Şık (Endamê Koordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgerê)

Baran Botî (Endamê Koordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgerê)

Selahattîn Sarboğa (Endamê Koordînasyona Rêvebiriyê ya
Tevgerê)

Çeto Omerî (Endamê Koordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgerê)

Hişyar Mêcer (Endamê Koordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgerê)

KOORDÎNASYONA RÊVEBİRİYA TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

Back to top button