Nivîsar

Tevgera Milî Ya Bakûrê Kurdistanê û Hilbijartina Herêmî…

Li Bakûrê Kurdistanê, dema ku di sala 1946an di siyaseta Dewleta Tirk de pêvajoyeke nû dest pê kir, kurdan demekî dirêj bes di partiyên dewletên de cî girtin.

Dema ku di partiyên Tirkan de cî girtin wek tirkan siyaset meşandin. Di wan partiyan de derfet tune bû ku ji bona mafên kurdan xebat bikin.

Bes di Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) de siyasetvanên kurd bi nasnameya xwe di partiyê de cî girtin. Mafên ziman û çanda kurd parastin. Di sala 1974an de jî di derbarê pirsa kurd de biryareke pozîtîf wergirtin. Di biryarê de hebûna kurdan, mafên ziman û çanda kurdî hat parastin.

Divê em di nav partiyên tirk de ferqekê biçûk be jî diyar bikin: Partiyên tirkan nisbî be jî, li endamên xwe yên kurd biçavakî cûda mêze dikirin. CHP bi her awayî kurd înkar dikir. DP, di siyaseta fermî de kurd înkar dikir, lê di bi awaye civakî kurd nas dikir.

Di vê qonaxê de jî di di partiyan tirkan de guhertineke mezin ya di stratejiya dewletê de bûyî tune ye.

Kurd li Tirkiyeyê piştî salên 1946an xwediyê derfet nebûn ku xweser bikevin hilbijartinan.

Bes piştî salên 1974an ji bona kurdan hilbijartina wateyeke nû qezenç kir.

Kurdan, kurdperweran di qonaxa Bihara 2emîn ya Tevgera Bakûrê Kurdistanê de, dest bi niqaşeye kirin, ku platforma hilbijartinê xweser bi kar bînin. Lê di nav rêxistin û partiyên Kurdistanê de nerînên cûda hebûn.

Wek tê zanîn kurdperwer û partiyên wan, bi namzetê serbixwe beşdarî hilbijartinên giştî û herêmî bûn.

Kurdperweran wê demê bi giranî tespît kirin, ku hilbijartin ji bona kurdan, kurdperweran, partî û rêxistinên Kurdistanê, taktîk e. Kurd divê ji bona ku propagandaya tevgera milî, pêşxistina şiûra milî, xûrtkirina tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona Dewleta Federe û Serbixwe ya Kurdistanê şert pêk bên, platforma hilbijartinê bi kar bînin.

Divê kurd û rêxistinên Kurdistanê, her dem platforma hilbijartinê bi kar bînin. Lê nayê wê wateyê ku partiyên Kurdistanê û kurdperwer dê her dem beşdarî hilbijartina bibin.

Divê kurd û kurdperwer, rêxistin û partiyên Kurdistanê dema şert amade bin, dikarin beşdarî hilbijartinê bibin.

Li Tirkiyeyê 5 salan carekê hilbijartniên giştî û herêmî tên li darxistin. Hilbijartin ji bona neteweya tirk stratejîk in. Lewra Tirk bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinan dibin, bi hilbijartinan berpirsiyaên dewletê û hikûmetê tespît dikin.

Lê ji bona neteweya kurd hıilbijartin taktîk in. Kurd nikarin bir partiyên xwe beşdarı hilbijartinan bibin. Bi hilbijartinan li Kurdistanê desthilatdar û hikûmet bin.

Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin bi çend babatan beşdarî platforma hilbijartinê bibin.

1-Heger şertên partiyên Kurdistanê amade bin, dikarin xweser, an jî bi tîfaqa beşdarî hilbijartinê bibin.

2-Heger partî nikaribin li ser navê xwe beşdarî hilbijartinê bibin, şert pêk hatibin dikarin bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin.

3-Heger ji derveyî partî û rêxistinên Kurdistanê namzetên serbixwe hebin, girêdayî armancên min li jor diyar kirin, dikarin ji wan namzetan re bibin piştgir.

4-Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin hilbijartinan BOYQOT bikin.

5-Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê dikarin ji gel daxwaz bikin ku neçin ser sendûqan û deng nedin.

6-Kurd, kurdperwer, partî û rêxistinên Kurdistanê, bes ji bona propagandaya tevgera milî, pêşxistina şiûra milî, xûrtkirina tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona Dewleta Federe û Serbixwe ya Kurdistanê şert pêk bên, platforma hilbijartinê bi kar bînin.

Beriya 12 Îlona 1980yî Tevgera Bakurê Kurdistanê bi her awayî hebû û xurt bû.. Xwediyê gelek partî û rêxistinan bû.

Di nav gel de xwediyê girseyekê mezin bû.

Tevgereke sosyolojîk û civakî bû.

Bi hemû beşên civatê re xwediyê pêwendiyekê bû. Di têkoşînê de qerardariyek û îstıkrarek hebû.

Gel û endamên rêxistin û partiyan ji serokatiyên xwe bi bawer bûn.

Tevgerê û rêxistinan di wextê de midaxeleyî bûyeran dikirin û dixwestin ku jiyanê gor pîvanê nû ji nûve ava bikin.

Xwediyê serokatî û endamên fedekar bû.

Endam û berpirsyarên rêxistin û partiyan hêvîdar bûn ku dê gelê kurd azad bikin û Kurdistana serbixwe ava bikin.

Loma jî di platforma hilbijartinan de jî gelek taktîk û babetên xebatên dikarîn bi kar bîne. Serokê şeradarî û parlamenterî yên serbixwe qezenç bikin. Ew jî ji bona pêşketina Tevgera milî û şiûra milî dibû xebat û sedemeke girîng.

Hezar mixabin d

İ wan şertan de di heman dem de bi destê dewletê di nav kurdan de tasfiyekirina Tevgera milî ya Kurdistanê jî dest pê kir.

Dewletê ji bona tasfiye bi hêsanî bibe serî PKKê ava kir.

Bi riya PKKê êrişî Tevgera Bakûrê Kurdistanê, rêxistin partiyên Kurdistanê kir.

Lê dîsa jî dema dît ku bi operasyonên PKKê jî serkeftî nabe, darbeya leşkerî bi destê PKKê û gelek rêxistinên radîqal yên çep û rast amade kir.

Piştî darbeyê tasfiyeyê Tevgera Bakûrê Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê bi rastî dest pê kir.

Di encamê de Tevgera Bakûrê Kurdistanê û hemû rêxistinên wê hatin tasfiye kirin. Eleqeya wan û serokatiya wan, bi gel re hat birîn.

Kurdan xwestin ku piştî salên 90î dîsa tevgera xwe ava bikin. Ji bona vê jî wek berê ne bi komeleyên yasayî û bi partiyên yasayî siyaseta milî bimeşînin.

Di encamê de ji aliyê hemû rengên kurdperwer ve HEP hat ava kirin. Hezar mixabin pişt re dîsa bi plana dewletê û bi wesîteya beşek mirovên dewleta kemalîst HEP xistin bin bandora PKKê.

Piştî PKKê di nav partiya yasayî ya kurdan de hegemonya xwe ava kir, hemû beşen kurdperwer û hemû rengên kurdperwer hatin tasfiye kirin.

Dewletê beriya kurdan bi plan û organîzekirî dan partiyên yasayî yên PKKê. Wan partiyan bi mîlyonan xweser, bi tîfaqa SHPê, wek partî dengên kurdan wergirtin.

Lê van partiyan tu dem kurd temsîl nekirin û berjewendiya milî ya neteweya kurd naparastin. Ji hêjayişyên neteweya kurd re li Bakûr û li hemû parçeyên din yên Kurdistanê re dijminitî kirin.

Nûha jî ew rola xwe ya qirêj û nebaş dilîze.

Di hamen dem de mixabin di vê merheleyê de jî tevgereke sosyalojîk û civakî û girseyı ya Bakûrê Kurdistanê tune ye.

Loma jî di qada hilbijartinên de serkeftinek çê nabe.

Di van salên dawî de partiya kurdan HA-PAR gelek caran beşdarî hilbijartinên giştî û herêmî, bû serkeftî nebû.

Di hilbijartina 31ê Adar a 2019an de jî PAKû PSK bi tîfaq beşdarî hilbijartinê bûn.

Lê ji bona Tevgera Bakûrê Kurdistanê guhertinek çênebû.

Carek din derket holê ku tevgereke milî ya sosyoloîk û civakî li Bakûrê Kurdistanê tune ye.

Ew rewşa divê baş bê şirove kirin. Ji bona ku ji ev rewşa nexweş bê derketin, her partiyeke Kurdistanê û kurdperwer ji her demê zêdetir bixebitin; li çareseriyê bigerin.

Amed, 12.04.2019

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahî[email protected])

Back to top button